Mesrûr Barzanî daxwaza girtina hemû çekfiroşan kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mersûr Barzanî got, “Min daxwaz ji Wezareta Navxwe kir ku hemû dikanên çekan bên girtin û dest daynine ser hemû çekên neqanûnî da ku êdî nebe metirsî li ser jiyana xelkê.”
30.06.2022, Per - 15:19
Mesrûr Barzanî daxwaza girtina hemû çekfiroşan kir
Nuçe Belav bike

Îro Pêncşemê 30ê Hezîrana 2022an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo kontrolkirina çekên neqanûnî di peyameke xwe de bang li Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê kir ku dikanên çekan bên girtin û anî ziman, “Em ewlekariya gel û welatê xwe nakin qurbana xirabkaran, qaçaxçiyan. Ez ji xelkê Kurdistanê dixwazim ku çekên neqanûnî radestî hikûmetê bikin, bi xwe beşdarî proseya paqijkirina Kurdistanê ji çekên neqanûnî bibin. Paşê dê bi qanûnan mijara çekan were rêkxisrin.”

Mesrûr Barzanî her wiha bang li dadgehan jî kir, “Cibicîkirina qanûnan paşguh nekin û ez wan piştrast dikim ku em ê bi her awayî piştgirî û alîkariya wan bikin.”

Peyama Mesrûr Barzanî di demekê de ye ku di hefteya borî de 6 kes li Herêma Kurdistanê bi çekan hatine kuştin. Ji wan 4 kes li Hewlêrê, yek li Duhokê û yek jî li bajarokê Seyîd Sadiq a parêzgeha Silêmaniyê ne.

Roja 28ê Hezîrana 2022an, xortekî 2 mamostayên Zanîngeha Selahedînê kuştin ku navên wan Dr. Kawan Îsmaîl û Dr. Îdrîs Îzzet bûn. Ev bû sedema gelek bertekan. Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ji bo wê bûyerê hevxemiya xwe anîn ziman û daxwaz kirin ku tawanbar bên cezakirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 468 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:36:58