Mesrûr Barzanî: Daxwazeke bihêz a Sûdanê heye ku pirsgirêkan li ser bingeha destûrê çareser bike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro civiya û çend babet gotûbêj kirin, ji wan jî encamên serdana Serokwezîrê Federalî û projeyasaya bûdceyê ne.
15.03.2023, Çar - 13:08
Mesrûr Barzanî: Daxwazeke bihêz a Sûdanê heye ku pirsgirêkan li ser bingeha destûrê çareser bike
Nuçe Belav bike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê 15ê Adara 2023an bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.

Di xala yekem a civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî kurteyek derbarê encamên serdana duhî a şanda bilind a Hikûmeta Federal a bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bo Herêma Kurdistanê de pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got ku li ser çend mijaran guftûgoyeke eşkere hat kirin û me hest bi wê yekê kir ku daxwazele bihêz a Serokwezîrê Federal xwesteka heye ku pirsgirêkan li ser bingehê destûr û rêkeftina aliyan a ji bo pêkanîna hikûmetê, çareser bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha li ser navê Encûmena Wezîran spasiya Serokwezîrê Federal û Hikûmeta Iraqê kir ji bo temamkirina proseya parêzgehbûna Helebceyê ku hevdem e bi salvegera kîmyabarana Helebce re û hêvî kir ku ev pêngav bibe sedema vejandin û avadankirina Helebce û baştirkirina xizmetguzariyan li parêzgehê. Ji bo vê armancê jî, Serokwezîr got ku wî duhî daxwaz ji Serokwezîrê Federal kiriye ku malbatên şehîd û qurbaniyên rejîma berê ya Iraqê li gor destûrê bên qerebûkirin.

Di beşa duyem a civînê de, dawîn pêngavên pesendkirina projeyasaya bûdceya giştî ya Iraqê ji aliyê şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatin pêşkêşkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku wek çawa hevahengiyeke baş di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de di amadekirina projeyasaya bûdceya federal de heye, divê ji bo cîbicîkirina madeyên bûdceyê hevahengî û hevtêgihîştin di navbera her du aliyan de hebe, da ku yasaya bûdceyê bi rêk û pêk û di xizmeta hemû pêkhateyên Iraqê de bê cîbicîkirin.

Encûmena wezîran pêşwazî li pesendkirina projeyasaya bûdceya federalî ji aliyê Encûmena Wezîran a Îraqê dike û bi hevahengî li gel Hikûmeta Federal, mekanîzm û rêkarên pêwîst datîne ji bo cîbicîkirina bendên vê yasayê di berjewendiya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî de.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji Encûmena Nûneran a Iraqê dike ku di demek nêzîk de projeyasayê pesend bike, da ku di zûtirîn dem de were cîbicîkirin.

Di beşa dawî ya civînê de behsa rewşa niha ya darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin û li ser çawaniya zêdekirina dahata giştî, pêşniyar û rasperdeyên pêwîst hatin pêşkêşkirin, ji bo dagirtina xerciyan û dabînkirina mûçeyên mehane yên karmend û xanenişînan û dabeşkirina wan di dema xwe de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 273 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:54:56