Mesrûr Barzanî: Di paşerojê de petrol namîne, divê em giringî bidin çandiniyê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa hewldanên xwe bo zêdekirina çavkaniyên dahatê dike û dibêje, “Di paşerojê de petrol namîne, ji ber wê jî divê em pişta xwe bi çandiniyê ve girêbidin, eger em vê sektorê pêş bixin, ti metirsî li ser ewlekariya xurekê ya Herêma Kurdistanê namîne.”
06.12.2022, Sal - 09:45
Mesrûr Barzanî: Di paşerojê de petrol namîne, divê em giringî bidin çandiniyê
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vîdyoyeke 12 xûlekî de behsa dilgiraniyên cotkaran ji ber nebûna bazarê bo berhemên xwe, hewldanên hikûmetê bo çareserkirina wê pirsgirêkê û hinardekirina berhemên navxwe bi taybet fêkî bo welatên derve dike û dibêje, “em tekezî li ser alîkarîkirina cotkaran dikin.”

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî dike, ku pêwîst e di sektora çandiniyê de bêtir veberhênan bêne kirin ku ew jî dê bibe sedem ku bêtir derfetên kar bên peydakirin, ji ber ku çandinî li her welatekî “bingeha avakirina aboriyek bihêz e.”

Li ser hinardekirina berhemên hinarê yên Herêma Kurdistanê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, “hinartina hinar xaleke destpêkê ye ji bo hinartina berhemên din.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, “Ger mirov li dîrokê binêre, çandinî ji vê herêmê derketiye, lê di dîroka nêzîk a Herêma Kurdistanê de, eger em lê binêrin, gelek sedem hebûn ku rê li ber pêşketina çandiniyê li vir girtin, berê mijara wêrankirina gundan û avakirina kampan siyaseteke navendî bû ji bo derxistina gelê Kurd ji warên xwe, û nebin xwedî biryara xwe û hertim çavên wan li destên dewleteke dagîrker be. Ev sedemeke sereke bûye ku ziyaneke mezin gihandiye sektora çandiniyê.”

Mesrûr Barzanî bi gotina, “Ji bo lezkirina vejandina aborî ya li ser bingeha çandiniyê li Kurdistanê ti siyasetek din li ser çandiniyê nehatiye meşandin” amaje bi bername û xebatên kabîneya niha ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di wî warî de kir û tekez kir, “Me di vê kabîneyê de hest bi wê yekê kir ku Xwedê serweteke bêbin daye me, divê em ji destpêkê ve alîkariya cotkarên xwe bikin û piştgiriya wan bikin da ku çandiniyê zêdetir pêş bixin. Divê berhemên wan ên çandiniyê ne tenê ji bo xwe bibin dahat, ji bo hikûmetê jî bibin dahat û dahata li ser asta Herêma Kurdistanê zêde bikin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje, siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirrengkirina çavkaniyên dahatê ye, ji bilî çandiniyê, sektorên din jî hene, wek tûrîzm û pîşesazî û destnîşan dike, “Me giringî daye van jî, lê çandinî ji bo her welatekî bingehê avakirina aboriyeke xurt e, axeke me ya bi bereket heye ku bi rêk û pêk nehatiye bikaranîn. Eger sektora çandiniyê were pêşxistin, dê bibe alîkar ku sektorên din jî pêş bikevin. Mînak sektora pîşesaziyê; wê demê dikare pêş bikeve ku sektora çandiniyê pêş bikeve.”

Mesrûr Barzanî bi gotina “çandinî dê bibe sedem bo çêkirina gelek derfetên kar”, axaftina xwe wiha berdewam kir, “Weke mînak; Cotkar ji bo berhevkirina berhemên xwe û gihandina bazarê divê çend qonaxan derbas bike û pêdiviya wî bi çend amûran heye, pêdivî bi makîneyek heye ku alîkariya cotkar bike da ku çandiniya xwe radest bike. Ji bo vê yekê pêdivî ye ku sektora pîşesaziyê (wek mînak) bikeve dewrê û amûran peyda bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 279 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:51:24