Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de spasiya Mihemed Şiya Sûdanî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Îlonê di pêwendiyeke telefonî de spasiya Serokwezîrê Iraqa Federal kir.
17.09.2023, Paz - 19:14
Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de spasiya Mihemed Şiya Sûdanî kir
Nuçe Belav bike

Di pêwendiyê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo gihîştina bi rêkeftina derbarê dabînkirina mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir.

Serokwezîr herwiha hêvî xwast ku ev rêkeftin bibe bingehek ji bo çareserkirina hemû kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bi rêya diyalogê û li gor destûr û rêkeftinan.

Pêştir jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de tekez kir, ew li gel Serokwezîrê Federal Mihemed Şiya Sûdanî li ser dabînkirina mûçeyên welatiyan, gihîştine lihevkirinek berhemdar.

Herwiha spasiya hemû kesên ku piştgîriya serkeftina vê rêkeftinê kirine, kir.

Ev pêwendiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Sûdanî piştî wê tê, Encûmena Wezîran a Iraqê di civîna îro de pêşniyara şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê pesend kir û biryar da ku 700 milyar dînar wek deyn bo 3 mehan ji karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bê şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 518 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:48:02