Mesrûr Barzanî: Dîrokeke Netewên Yekgirtî ya şanaz di alîkariya Herêma Kurdistanê de heye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya roja Netewên Yekgirtî daxuyaniyek belav kir û ragihand, dîrokeke pir şanaz a Netewên Yekgirtî di alîkarîkirina Herêma Kurdistanê de heye.
25.10.2022, Sal - 06:42
Mesrûr Barzanî: Dîrokeke Netewên Yekgirtî ya şanaz di alîkariya Herêma Kurdistanê de heye
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya roja Netewên Yekgirtî, tevî arastekirina pîrozbahiyê, bal kişand ser rola rêxistina navdewletî di alîkarîkirina gelê Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.

Di daxuyaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hatiye diyarkirin, dîrokeke pir şazanî ya Neteweyên Yekbûyî di alîkarîkirina Kurdistanê de heye, dema ku di sala 1991ê de bi milyonan welatiyên Herêma Kurdistanê neçar bûn ku mal û halê xwe bi cih bihêlin û berê xwe dan çiyayan, Neteweyên Yekbûyî alîkariya herî mezin a mirovî di dîroka xwe ya 77 salî de pêşkêşkir. Herwiha di sala 1992yan de dema Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat damezrandin, Netewên Yekgirtî ji saziyên hikûmetê re, ji aliyê dabînkirina xurek, vegera zarokan bo dibistanan, dabînkirina dermanan bo nexweşxaneyan û tamîrkirina torên av û elektrîkê ve, alîkarî kir.

Di beşeke din a daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de amaje bi rola Netewên Yekgirtî ya bi dehan salên borî hatiye kirin derbarê alîkariyên berdewam ên ji bo dabînkirina seqamgîrî û asayîşê de li ser asta navdewletî.

Mesrûr Barzanî behsa wê yekê jî kiriye ku îro ji her dem zêdetir Hikûmeta Herêma Kurdistanê çaverêya zêdetir alîkariyên UNAMI ye. Herwiha berdewamiya alîkariyên siyasî, mirovî û teknîkî gelek girîng in, bi taybetî di navbera Hewlêr û Bexdayê de û di mijara alîkarîkirina awareyên Iraqê û penaberên Sûriyê de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 333 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:58:12