Mesrûr Barzanî: Divê rê li ber bikaranîna xirab a teknolojî û înternetê were girtin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 14ê Hezîranê, di çarçoveya serdanên xwe de bo wezaret û fermangehên hikûmetê, serdana Wezareta Veguhestin û Gihandinê kir û ji aliyê Wezîr Ano Cewher ve hat pêşwazîkirin.
15.06.2022, Çar - 06:48
Mesrûr Barzanî: Divê rê li ber bikaranîna xirab a teknolojî û înternetê were girtin
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi amadebûna wezîr û rêveberên giştî, serperiştiya civîneke Wezareta Veguhestin û Gihandinê kir.

Di destpêka civînê de Wezîrê Veguhestin û Gihandinê û rêveberên wezaretê, bi data û zanyarî, kar û çalakî û projeyên wezaretê û bername û planên xwe di warê veguhestin û gihandinê de pêşkêş kirin.

Piştre Serokwezîr di axaftina xwe de behsa girîngiya Wezareta Veguhestin û Gihandinê kir ku yek ji wezaretên xizmetguzarî yên hikûmetê ye, ku di çendîn waran de xizmetguzarî pêşkêşî welatiyan dike.

Mesrûr Barzanî bal kişand ser girîngiya rêkxistina warê gihandin û pêwendî û karkirina kompaniyên vî warî, bi cûreyekê ku nabe qorixkarî hebe û divê piştevaniyê li dahênana warê teknolojî û projeyên biçûk were kirin û divê di wergirtina karmendên sektora taybet de derfetên herî zêde bidin welatiyên Herêma Kurdistanê û nabe rêjeya karmendên xelkê Herêmê li kompaniyan, ji sedî 70 kêmtir be.

Di beşeke din a civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa pêwîstî û girîgiya rêkxistina bikaranîna pêwendî û teknolojiyê li Herêma Kurdistanê kir, ku mixabin gelek caran bikaranîna xirab a teknolojî û amûrên pêwendî û înternet û torên civakî, zirareke mezin digihîne civakê û kêşeyên mezin ên malbatî û civakî û derûnî û yasayî derdixe holê, ev ji bilî wê yekê ku gelek bûye sedema belavkirina bîr û baweriya terorîstî û tundrewiyê, loma divê sînorek jê re were danîn û rêkarên yasayî li hember bikaranîna xirab a teknolojî û înternetê werin cîbicîkirin.

Serokwezîr di warê pêşxistina veguhestina giştî de behsa planên hikûmetê jî kir, li ser vê yekê bal kişand ser projeyên stratejîk ên avakirina xeta trênê li Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê û welatên cîran û cihanê, ku bandoreke erênî li ser pêşxistina jêrxana aboriya Herêma Kurdistanê û Iraqê dê bike.

Herwiha behsa çend projeyên li ser otobus û taksiyên li nav bajaran û dirustkirina termînala navdewletî ji bo wesayîtên barhilgir û çendîn projeyên din ji bo baştirkirina veguhestina giştî hat kirin.

Di dawiyê de amebûyên civînê pêşniyar û rasparde û têbîniyên xwe yên pêwîst ji bo baştirkirina xizmetguzariyên Wezareta Veguhestin û Gihandinê pêşkêş kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 630 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:42:48