Mesrûr Barzanî: Ebûbekir Caf bi nivîs û helwestên xwe bergirî li Kurdistan û pirsên niştimanî dikir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata nivîskarê koçkirî Ebûbekir Caf kir.
11.08.2022, Per - 11:32
Mesrûr Barzanî: Ebûbekir Caf bi nivîs û helwestên xwe bergirî li Kurdistan û pirsên niştimanî dikir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi mixabiniyeke mezin, min nûçeya koça dawiyê ya nivîskar û ronakbîrê naskirî yê Kurdistanê Ebûbekir Hesen Caf bihîst ku her dem bi nivîs û helwestên xwe, bergirî li Kurdistan û pirsên niştimanî dikir.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pirse û sersaxî li malbata Ebûbekir Hesen Caf kir û ji hevxemiya xwe ligel wan nîşan da û daxwaz ji Xwedêyê mezin kir, giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide her kesî.

Şeva borî 10ê Tebaxa 2022an, nivîskar û rewşenbîrê Kurd Ebûbekir Caf li bajarê Silêmaniyê di 47 saliya xwe de koça dawiyê kiribû.

Ebûbekir Caf sala 1975an li devera Germiyanê ji dayik bûye, derçûyê beşa Zanistên Civakî ya Zanîngeha Silêmaniyê ye û bi dehan gotar û pirtûk di wî warî de nivîsandine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 401 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:29:03