Mesrûr Barzanî: Em dixwazin Soranê bikin devereke geştyarî ya cîhanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne ku ew dixwazin Soranê bikin devereke geştyarî ya cîhanî û berpirsên wê deverê jî raspartine ku bê cudahî xizmeta welatiyan bikin.
28.05.2024, Sal - 15:49
Mesrûr Barzanî: Em dixwazin Soranê bikin devereke geştyarî ya cîhanî
Nuçe Belav bike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 28.05.2024) serdana Îdareya Serbixwe ya Soranê kir û bi Serperişt û Qayimqam û Birêveberên Nahyeyan û birêveberên din ên sinorê wê îdareyê re civiya.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê civînê de amaje da giringiya wê deverê û xebat û qurbanîdana xelkê wê û got, “Vê deverê ji aliyê çandin û bazirganî û geştyariyê ve gelek derfet hene ku zêdetir pêş bikeve, armanca me ew e ku em vê deverê bikin devereke geştyarî ya cîhanî”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî berpirsên wê deverê jî raspartin ku bê cudahî xizmeta welatiyan bikin. Li dawiyê kesên ku di wê civînê de berhev bûbûn çend pêşniyar ji bo baştirkirina rewşa xizmetkariyan li sinorê Îdareya Serbixwe ya Soranê berçav kirin.

Piştî wê civînê jî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berê binyatî ji bo çar pirojeyan dana ku ji rêya dualî ya 40 metrî ya hola helkeftinan - Şehîdên Azadiyê, Parka Nav Bajarî, Parka Niştîmanî û Over Pasa Deriyê Soranê pêk tên.

Piştî danana berê binyatî ji bo wan her çar pirojeyan, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirojeya Akwaparka Mîroyê li Şingilbanê li qezaya Rewandizê li sinorê Îdareya Serbixwe ya Soranê vekir.

Vî nûçeyê tevayî: 776 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:07:04