Mesrûr Barzanî: Em êrîşên li ser Koye û Zirgiwêzê şermezar dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşên li ser Koye û Zirgiwêzê yên ji aliyê Pasdarên Îranê ve hatine kirin, şermezar dike.
14.11.2022, Pts - 09:18
Mesrûr Barzanî: Em êrîşên li ser Koye û Zirgiwêzê şermezar dikin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14ê Mijdara 2022an di merasîma vekirina Peymangeha Dahênanê li Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir û di destpêka gotara xwe de êrîşên li ser Koye û Zirgiwêzê yên ji aliyê Pasdarên Îranê ve hatine kirin, şermezar kir.

Îro danê sibê 14ê Mijdarê baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koye û baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li gundê Zirgiwêz ê Silêmaniyê rastî êrîşan hatin.

Li gorî zanyariyan heta niha 2 kes şehîd bûne û 6 kesên din jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 261 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:54:51