Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) ji bo sala nû ya Koçî peyamek parve kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got, "Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî (1447), ez germtirîn pîrozbahî li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, "Em ji Xudayê mezin û dilovan lavayan dikin ku sala nû ya Koçî sala aştî, aramî, bidawîanîna şer, wêrankarî, bêdadî û stemkariyê be."
Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî (1447), ez germtirîn pîrozbahî li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim."
Em ji Xudayê mezin û dilovan lavayan dikin ku sala nû ya Koçî sala aştî, aramî, bidawîanîna şer, wêrankarî, bêdadî û stemkariyê be.
Sala nû ya Koçî li Misilmanan pîroz be û her di xêr û xweşiyan de bin.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê