Mesrûr Barzanî: Em tekezî li cîbicîkirina rêkeftina Şingalê wek xwe dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 10emîn salvegera jenosîda welatiyên Êzidî peyamek belav kir û tê de ragiahnd, “Em tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê wek xwe dikin, ji bo vegerandina ewlehî û aramiyê bo navçeyê û parastin û birêvebirina deverê bikeve destê xelkê resen ê Şingalê.”
03.08.2024, Cts - 10:09
Mesrûr Barzanî: Em tekezî li cîbicîkirina rêkeftina Şingalê wek xwe dikin
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Îro deh sal di jenosîda xwişk û birayên Êzidî li Şingalê û derdora wê derbas dibin, ku di encama êrîşên hovane yên terorîstên DAIŞê de, bi hezaran kes ji rûniştvanên devera Şingalê bi komî hatin kuştin û bi dehhezaran kes jî winda û koçber bûn.”

Herwiha got: “Tevî ku deh sal di ser vê tawanê re derbas bûne, lê mixabin êş û azarên xwişk û birayên Êzîdî bi dawî nebûne û gelek ji wan hîn winda ne û ji ber xwesepandina milîşya û hêzên çekdar ên deryasayî li Şingalê, rewşa deverê venegeriyaye rewşa asayî û koçber nekarîne vegerin navçeyên xwe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Di vê bîranînê de, em qurbanîdana Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi rêbertiya Serok Barzanî di rizgarkirina Şingalê de bilind dinirxînin û bi rêz û pêzanînê ve lê dinêrin.”

Tekez kir jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewlên xwe ligel hikûmeta federal ji bo asayîkirina rewşa ne libar a li Şingal û derdora wê û kar ji bo avedankirina navçeyê tekez dike. Ji bo rê li ber vegera serbilind a xwişk û birayên Êzîdî yên awarebûyî bo cihên xwe, veke. Ji ber wê jî em tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê wek xwe dikin, ji bo vegerandina ewlehî û aramiyê bo navçeyê û parastin û birêvebirina deverê bikeve destê xelkê resen ê Şingalê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de dibêje, “em bejna xwe li hember şehîd û qurbaniyên komkujiya Şingalê û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 211 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:36:12