Mesrûr Barzanî: Emê li piştevanîkirina karê perwerdeyê berdewam bin

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê di rê û resmên ahenga gera 42ê ya derçûyên zanîngeha Selahedîn – Hewlêrê de ragehand: Em dê li ser piştevanîkirina kertê perwerdeyê û sîstema fêrkirinê û xwandina bilind berdewam bin ji bo ku me civakeka pir zanist û zanîn hebe. Serokê wezîran her wesa piştevaniya hikûmetê jî ji bo derçûyan ji bo peydakirina derfetên karî li kertê taybet tekez kir.
06.10.2023, Cum - 05:50
Mesrûr Barzanî: Emê li piştevanîkirina karê perwerdeyê berdewam bin
Nuçe Belav bike

Li roja Pêncşemê (5ê Cotmeha 2023ê), Mesrûr Barzanî yê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê li ahenga gera 42ê ya derçûyên zanîngeha Selahedîn – Hewlêrê gotarek pêşkêş kir û pîrozbahî li derçû û kesûkar û mamostayan û serokatiya zanîngehê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaza serkeftinê û paşerojeka geş ji bo derçûyan kir û piştevaniya hikûmetê ji bo ciwanan û derçûyan ji bo peydakirina derfetên karî û pêşxistina hizir û karên wan tekez kir. Di eynî demê de serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya zanîngeha Selahedînê û civata wê û mamostayên wê kir ji ber bizavên wan û berdewamiya wan li ser piroseya xwandinê û fêrkirinê ku îro destekê dî yê ciwanên welatê xwe bi bisporî û bawernameyên zanistî derbaz kir.

Her di gotara xwe de, serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi minasibeta roja mamostayan pîrozbahî li mamostayên Herêma Kurdistanê kir û spasiya xweragirî û berdewamiya mamostayan kir ku di dema borî de wan nehişt piroseya xwandinê raweste û hêvî jî kir ku ew bizavên ji bo dilsarkirina mamostayan dihên kirin sernegirin û daxwaz ji mamostayan kir: Destan danehêlin ji ber ku em destan danahêlin.

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê ron kir ku pêşxistina kertê perwerdeyê û sîstema perwerdeyê û xwandina bilind ji karên pêşiyê yên hikûmetê ye û got: Armanca me ew e ku em Kurdistanê bikin civakeka pir zanist û zanîn da ku ciwanên me ji bo welatî û civakê mirovên dahêner û pêşkeftî û mifadêr bin.

Serwezîr Mesrûr Barzanî got jî: Xema hemiyan peydakirina karî û damezrandin e. Me di çaksaziyan de û bi rêya qanûna karî bizava baştirkirina rewşa karkirinê li kertê taybet baştir kiriye ji bo ku wekî kertê giştî be.

Di eynî demê de got jî: Me bizav kiriye û em li ser dabînkirina hêsankarî û arîkarîkirina ciwanan ji bo peydakirina derfetên karî berdewam in û me daxwaz ji xwediyên karan kiriye ku desteyên wan yên karî ji ciwanên Herêma Kurdistanê bin, bi rengekî ku ji sedi 75 kêmtir nebe.

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê got jî: Me di çend rojekên borî de pirojeya Geşaneweyê ragehand ku me bi hevkariya kertê taybet qer ji bo pirojeyan dabîn kirine û ev jî arîkariya ciwanan dike ku li ser karkirinê berdewam bin û ji bo pêşxistina karên wan piştevanî ye.

Herwesa serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê ron kir: Eger hikûmet di rewşeka asayî de ba û welat di qeyranan de neba, rewşa welatê me dê ji hemî aliyan ve baştir ba lê em herdem bi hêvî li paşerojê dinêrin ku rewşa aborî dê baştir bibe û bazar dê dîsa geş bibe û zêdetir derfetên karî jî dê ji bo ciwanên Kurdistanê peyda bibin.

Li ser hêza mirovî ya ciwanan, serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje da: “Me welatekê dewlemend heye, ne tenê ji aliyê çavkaniyên samanên xwezayî ve belkî me samanekê mirovî yê gelek bibiha û nifşekê ciwanên hişyar û zîrek jî heye ku mimkin e bibe sedema guhertinan û avakirin û pêşxistina Kurdistanê û rolekê pêşeng û bibandor bigêre di pêşxistina civakê û arîkarîkirina hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo proseya avakirin jêrxaneyeka bihêz a aborî li Kurdistanê û ez piştrast im ew dê nekevin bin bizavên bêhêvîkirinê û dê bi rengekê geşbîn berê xwe bidin paşeroja Kurdistanê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got: “Ez dizanim xelkê Kurdistanê li benda zêdetirê ne ji hikûmeta Herêma Kurdistanê. Ji wê yekê bêgoman bin ku her tiştekê di şiyanên me de be em dê bikin, pêxemetî baştirkirina rewşa welatiyên xwe û zêdetir pêşxistina Herêma Kurdistanê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 608 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:10:31