Mesrûr Barzanî êrîşên terorîstî yên Sri Lankayê şermezar kir

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pirse û sersaxiyên xwe gehandine Balyozê Sri Lankayê yê li Bexdayê Raja Karan Singh.
21.04.2019, Paz - 16:37
Mesrûr Barzanî êrîşên terorîstî yên Sri Lankayê şermezar kir
Nuçe Belav bike

Îro Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de li hember êrîşên terorîstî yên li Kolomboya paytexta Sri Lankayê ku ji ber wan hejmareke zêde welatiyên sivîl bûne qurbanî, hevdem li gel mehkûmkirina êrîşên han, pirse û sersaxiyên xwe gehandine Balyozê Sri Lankayê li Bexdayê.

Mesrûr Barzanî hêviya çêbûna bilez ji birîndaran xwast û ragihand, kiriyarên terorîstî û bi armanckirina xelkê sivîl şermezar dikin û tekezî li ser vê yekê dikin ku şerê dijî terorîstan erkê civaka navdewletî ye û bo aştî û ewlekariya ewlatiyan pêwîst e li her derê ji cîhanê şer dijî terorê were kirin.

Îro li Sri lanka di roja roja cejna Qiyametê, hejmarek teqîn rû dan, di encam de zêdetir ji 200 kesî hatin kuştin û zêdetir ji 360 kes jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1087 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:33:43