Serokwezîr Mesrûr Barzanî duh (Sêşem, 29.10.2024) li Hewlêrê di çarçoveya dîbeyteke Dîdara Mêrî 2024ê de li ser şer û pêşveçûnên Rojhilata Navîn got, “Baweriya min wesa nîne ku çi arêşeyek bi şerî bê çarekirin, heta ew welat jî yên ku di nav şerî de ne, di encamê de divê arêşeyên xwe bi awayekî aştiyane çare bikin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa amaje da, “Îraq wekî dewlet û xelkê wê şiyanên wê yekê nînin ku bikevin nav şerekî demdirêj ê deverê û çi berjewendî jî ji bo Îraqê tê de nînin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa wê yekê jî kir, ya ku ji destê wan hatiye pêxemetî vê yekê kiriye û berdewam daxwaz jî kiriye ku Îraq ji vî şerî dûr bikeve.
Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Herêma Kurdistanê dê pareke çareseriyê be, ne ku pareke şer û çêkirina metirsiyê be, ne ji bo Îraqê û ne jî ji bo cîranên wê.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêdivî jî dît ku, Îraq li şûna ku bikeve nav şer û aloziyan, rolê aştiyê û berdewamkirina diyalogê û çareseriyê bibîne, ne ku bibe meydana hevrikiyan.