Mesrûr Barzanî: Hêvîdarim yasa kujerên du mamostayên zanîngehê bi tundî ceza bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro serdana Sêyemîn Pêşangeha Navdewletî ya Teknolojiyê (HITEX) kir û gotarek pêşkêş kir.
29.06.2022, Çar - 11:13
Mesrûr Barzanî: Hêvîdarim yasa kujerên du mamostayên zanîngehê bi tundî ceza bike
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro serdana Sêyemîn Pêşangeha Navdewletî ya Teknolojiyê (HITEX) kir û gotarek pêşkêş kir.

Teksta axaftina Mesrûr Barzanî:

Ez gelek kêfxweşim ku serdana vê derê dikim, dîtina van pêşangehan û van berheman ji bo gelê me hêviyek e.

Em di hikûmeta Herêma Kurdistanê de heta ji destê me bê dê piştgiriya van çalakiyan bikin ji bo piştgirîkirina ciwanan û zêdekirina derfetên kar û hêvîdarim bi serkevin.

Tişta ku min dît gelek dilşad im, ez ji ciwanên welatê me re hêviyek mezin dibînim.

Em li gel serokwezîr û hemû aliyên pêwendîdar li Bexdayê di gotûbêjan de ne û me bi berdewamî behsa wê yekê kiriye ku divê van êrîşan bi dawî bibin. Ev êrîş ji aliyê hinek kesên ne yasayî yên li dijî Herêma Kurdistanê ve tên kirin, ew bi xwe jî vê yekê qebûl dikin û em bi hev re hewl didin van êrîşan bi dawî bikin.

Ji destdana her du mamostayan karesateke mezin û xisareke mezin bû bo gelê me, karesateke xemgîn û dilgiran bû. Ev bûyereke pir xemgîn e, lê divê sûcên weha bi dawî bibin. Min duh ji Wezîrê Karên Hundir re got, divê lez bidin dîjîtalîzekirina çekên ku ji gel re tên dayîn, ez hêvî dikim ku heta dawiya îsal ev çek bi dawî bibe û çekên derqanûnî bên darizandin.

Di derbarê sûcdar de jî me dît ku hat girtin û radestî qanûnê hat kirin, ez hêvî dikim ku qanûn bi awayekî herî tund ceza bike.

Ji bo kêmkirina çekên qaçax me gelek hewl daye, kesên ku dixwazin çekan hilgirin divê qeyda xwe ya dîjîtal bikin, ev yek dê çekan kontrol bike û bêyî destûr kes nikare çekan hilgire.

Weke tê zanîn em li gel hikûmeta federal li ser xetê ne ji bo kêmkirina valahiyan, ji bilî biryara avakirina lîwayeke hevbeş, hikûmeta federal heta niha erkê li ser milê xwe bi cih neaniye. Wezareta Darayî heta niha ji bo vê projeyê pere veneqetandiye. Hêvîdarim ev yek bi dawî bibe.Têjîkirina valahiya ewlehiyê dê bibe alîkar ku nehêlin kesên derqanûnî û terorîst ji bo êrişkirina ser Herêma Kurdistanê û gelê wê ji vê derê bikar bînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 553 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:27:51