Mesrûr Barzanî: Hikûmet pabend e bi parastin û pêşxistina pêkvejiyanê di navbera ol û çandên cuda de

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, yekemîn sempozyûma Suryanî ya li welat îro 5ê Îlonê li Hewlêrê dest pê kir.
05.09.2024, Per - 12:50
Mesrûr Barzanî: Hikûmet pabend e bi parastin û pêşxistina pêkvejiyanê di navbera ol û çandên cuda de
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina sempozyûmê de gotarek pêşkêş kir, tê de bixêrhatina hemû mêvanên sempozyûmê û got: “Hewlêr paytexta pêkvejiyana ol û çandên cuda ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêvî xwast ku ew gotubêj û lêkolînên ku di sempozyûmê de bên pêşkêşkirin, bibin sedema zêdetir pêşdebirina çanda Suryanî û di xizameta bihêzkirina giyanê pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda yên olî û etnîkî li Herêma Kurdistanê de bin.

Herwiha got: “Di dirêjahiya dîrokê de, Kurdistan her tim bûye warê netew, ol û mezhebên cuda. Gelek şaristaniyên cuda yên weke şaristaniyên Sumerî, Akadî, Asûrî û Suryanî û gelek şaristaniyên din li ser xaka Kurdistanê derketine û pêş ketine.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: “Li devera Barzan, di heman demê de mizgeft, dêr û kenîseyên cuda li tenişt hev in. Bawermendên van ol û çandên cuda bi hev re dijîn û cudahiyên hev qebûl dikin”.

Got jî: “Dema êrîş li ser Herêma Kurdistanê dihatin kirin, ti cudahî di navbera ol û çandên cuda de tune bû û hemûyan bi yek çavî li me dinêrîn. Divê em jî wek bira li hember hemû dijwarî û nexweşiyan bibin yek.”

Amaje bi wê jî kir: “Piştî Raperîna Adara 1991ê, hilbijartinên parlementoyê û damezirandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û heta îro, pêkhateyên Kurdistanê roleke berçav di jiyana siyasî, çandî û civakî ya Kurdistanê de lîstine.”

Serokwezîrê Mesrûr Barzanî got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend e bi parastin û pêşxistina pêkvejiyana hevbeş ku yek ji taybetmendiya Herêma Kurdistanê ye, em bi serbilindî berevanî û parastina vê çanda ciwan dikin û emê rûbirûyê her cure hizra tundrew û cudekariyê bibin.”

Amaje bi wê kir: “Di van demên dawî de hewl hat dayîn ku mafên pêkhateyên Herêma Kurdistanê ji aliyê hin hêzên navxweyî û saziyên federal ve bên binpêkirin, me bi hemû hêza xwe rûbirûyê van hewldan û planan bû û di dawiyê de hinek mafan ji dest hatine standin, hatin vegerandin. Di xula bê ya Parlamentoya Kurdistanê de, em hêvîdar in ku maf û nûneratiya pêkhateyên Kurdistanê di warên parlemanî û îdarî yên Herêmê de bi awayekî hêjatir bên çespandin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Hêvîdar im ku em bi hev re kar bikin, ji bo zêdetir geşkirin û xurtkirina giyanê pêkvejiyanê, çespandina aştî, tebayî, prensîbên demokratîk, hevduqebûlkirin û rêzgirtina ji nirxên pîroz re, ku welatê me zêdetir pêşde bibe û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê biparêze.”

Mesrûr Barzanî di dawiya gotara xwe de jî got: “Careke din destxweşiyê li we dikim ji ber lidarxistina van konferansan û em soz didin ku wek her tim, em girîngiyê bidin ziman û çanda Suryanî û kultur û çanda hemû pêkhateyên Kurdistanê. Gelek spas ji bo amadebûna we, bila hûn şad û serketî bin û welatê me jî her avedan be.”

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 152 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:50:43