Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya hemû xêrxwaz û veberhêneran dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya hemû xêrxwaz û veberhêneran dike.
16.05.2024, Per - 09:49
Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya hemû xêrxwaz û veberhêneran dike
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî duh roja 15ê Gulanê li hejmara xwe ya civakî “X” nivîsî: “Min Senterê Şêx Baz a Temenmezinan li Hewlêrê vekir û kêfxweş bûm ku bi şêweyekî herî pêşketî hatiye avakirin.”

Mesrûr Barzanî nivîsî: “Hêvîdar im mînakên van cihan zêdetir bin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî piştevaniya hemû xêrxwaz û veberhêneran dike ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên bi vî rengî ji welatiyên me re.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 15.05.2024an, Senterê Şêx Baz ê Çavdêriya Danemran li Hewlêrê vekir ku ji aliyê Serokê Koma Kompaniyên Kar Şêx Baz Berzincî ve hatiye çêkirin.

Piştî ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana pişkên wî senterî kir û bi berhevbûna hejmareke danemran spasiya Şêx Baz kir, ji ber çêkirina wî senterî ku bi awayekî gelek pêşkeftî û serdemane hatiye çêkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pareke din a gotinên xwe de daxwaz ji sermayedar û xêrxwazan kir ku senter û xaneyên ji wî rengî ji bo xizmeta welatiyên Kurdistanê çê bikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa daxwaz jî kir ku rêz li danemran bê girtin û giringî pê bê dan. Herwesa got, “Ev senter jî hene, eger pêdivîtiya danemrekî bi alîkariyê hebe”.

 

Vî nûçeyê tevayî: 470 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:47:15