Mesrûr Barzanî: Ji bo derbasbûna vê rewşê, rêya herî baş yekrêziya Kurdistanê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê : “PDK û Barzanî bûn sembola parastina mafên rewa yên xelkê Kurdistanê. Ji ber vê yekê ye ku êrîşên dijminan, berî hes kesî bi ser PDKê de ye.”
15.08.2020, Cts - 16:10
Mesrûr Barzanî: Ji bo derbasbûna vê rewşê, rêya herî baş yekrêziya Kurdistanê ye
Nuçe Belav bike

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyama xwe de dibêje: “Îro em di demeke wisa de vê bîranînê dikin ku herêma me û navçe, ketiye nav qeyraneke dijwar a tendirustî û aboriyê. Ji bo derbasbûna vê reşwê, rêya herî baş, berî her tiştî yekrêzî û tebayiya navxwe ya Kurdistanê ye.”

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Ez pîrozbahiya 74emîn salvegera damezrandina Partiya Demoktrat a Kurdistanê (PDK) û jidayîkbûna rêberê me yê neteweyî û nîştimanî ya cenabê Serok Barzanî li hemû Kurdistaniyên têkoşer û dilsoz û bi taybetî hemû alîgir û endam û serkirdetiya PDKê dikim.

Damezrandina PDKê weke partiya demokrat a herî mezin û serdemî ya cemawerî, li cografyaya herî berfireh a seranserê Kurdistanê, werçerxanek bû di xebata rizgarîxwaz a gelê me de, ku hemû azadîxwaz di bin sîwan û rêberiya bavê neteweya me Barzaniyê Nemir de kom bûne û ruhê berxwedan û xweragiriyê di nav hemû nîştimanperweran de zindî kiriye.

Bi dirêjahiya dîroka tijî serweriya rûbirûbûna zilm û sitem û parastina nasnameya neteweya gelê me, PDK xwediyê bi sedan destan û serkeftin û çendîn destkeftên dîrokî bo gelê Kurdistanê bi dest xistine û keleheke pola bûye ji bo hemû xelkê Kurdistanê li hemû parçeyan û hemû azadîxwazên li seranserê Rojhilata Navîn.

PDK û Barzanî bûn sembola parastina mafên rewa yên xelkê Kurdistanê. Ji ber vê yekê ye ku êrîşên dijminan, berî hes kesî bi ser PDKê de ye. Baweriya neguhertî ya PDKê di xebata berdewam û xwenetewandin de, wisa kiriye ku li gel alî û partiyên din ên têkoşer, hebûna Kurdistanî were ser nexşeya siyaseta cîhanê.

Serok Barzanî weke rêberekî nîştimanî, çi li bereyên şer li dijî dijmin û terorîstan, çi jî li ser asta dîplomasiya cîhanî, îradeya gelê Kurdistanê serxet û pêkvejiyana gelên Kurdistanê zêdetir berceste kir û hêvî û bawerbûna bi xwe ya gelê me bi mafên xwe yên rewa, zindî kir.

Îro em di demeke wisa de vê bîranînê dikin ku herêma me û navçe, ketiye nav qeyraneke dijwar a tendirustî û aboriyê. Ji bo derbasbûna vê reşwê, rêya herî baş, berî her tiştî yekrêzî û tebayiya navxwe ya Kurdistanê ye. Ez hêvî dikim ku em hemû alî, bi awayekî berpirsyar şiyana xwe bikin yek, da ku weke her dem, bi ser kosp û dijwariyan de bisekinin û hemû kêşeyên deverê jî bi rêya aştî û gotûbêjan çareser bikin.

Bi vê boneyê, ez bi taybetî pîrozbahiya malbatên serbilind ên şehîdan û kesûkarên enfalkirî û kîmyabaran û zindaniyên siyasî yên gelê me dikim.

Ev salvegera pîroz payedar be û ez hêviya temendirêjiyê li cenabê Serok Barzanî dixwazim û hêvîdar im di bin rêbertiya wî de gelê me bigihîje hemû hêviyên xwe.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 632 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:32:33