Mesrûr Barzanî: Ji bo penaberên Rojava çi pêwîst be emê bikin

Mesrûr Barzanî ragehand Hikûmeta Herêma Kurdistanê her çi pêwîst be dê ji bo alîkariya penaberên Rojavayê Kurdistanê bike, û daxwaz ji Hikûmeta Îraq û Civaka Navdewletî kir, ku di vê pirsê hevkariya Kurdistanê bikin.
24.10.2019, Per - 05:26
Mesrûr Barzanî: Ji bo penaberên Rojava çi pêwîst be emê bikin
Nuçe Belav bike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr civiya.

Destpêkê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir, ku di rojên bê de û piştî derbasbûna sed rojî ji karê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporteke berfireh tê belavkirin û tê de hûrgiliyên kar û projeyên hatine encamdan û yên nehatine endamdan ligel ronîkirina sedemên nehatina encamdana wan tên diyarkirin. Di wê derbarê Serokwezîr got, hikûmet ya xelkê ye û divê di xizmeta xelkê de be û mafê welatiyan heye ku bizanin hikûmetê heta niha çi kiriye.

Piştre, Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê ronahî xiste ser pêşhatên Îraqê û amaje bi wê yekê kir ku ew ligel daxwazên rewa yên xwepêşanderên Îraqê ne, lê bi ti şêweyekî ne ligel tûndûtûjiyê ne. Herwiha piştevaniya pêngavên çaksaziyê yên hikûmeta Îraqê dikinm lê daxwazkar in ku welatî bi şêwazekî aştiyane daxwzên xwe pêşkêş bikin û damûdezgehên hikûmeta Îraqê berpirsyarane daxwaza aştiyane ya xwepêşanderan bide. Got jî, aramî rewşa Îraqê di berjewendiya hemû xelkê Îraqê tevî Herêma Kurdistanê de ye, herwiha hêvîdar in pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Fedral li gor destûr werin çareserkirin û Bexda bersiveke erênî ya pêşniyarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bide.

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe alozbûna rewşê de nîşan da, û amaje bi wê yekê kir ku ev yek karvedanên nerênî tîne Herêma kurdistanê ku ta niha zêdetirî 8 hezar penaber bi sedema vê rewşê berê xwe dane Herêma Kurdistanê. Diyar jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê her çi pêwîst be bo alîkariyê dê encam bide, lê pêwîstî bi hevkariya Hikûmeta fedral û civaka navdewletî heye ku di vê derbarê de alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

Piştre Encûmena Wezîran giftûgo derbarê bidûvçûna pêkhateyên îdarî û darayî yên wezaret, deste û aliyên ne girêdayî bi wezaretan kir. Ji bo vê mebestê jî biryar hate standin her wezaret ji aliyê xwe ve bi hûrî bidûvçûnê bike li gor plan û xişteya demê ya diyarkirî bi arasteya rêkxistin û kêmkirina xerciyan ku di hêlên giştî yên karnameya Hikûmetê de hatine.

Tewerekî din yê civînê behskirina reşnivîsa projeya lixwegirtina zarokên sêwî ji bo malbateke din ku ji aliyê wezîra karûbarê civakî Kiwîstan Mihemed hate pêşkêş kirin û di vê derbarê de civata wezîran biryar da proje bi şêweyekî destpêkî were pejradndin piştî encamdana çend guhertinan.

Encûmena Wezîran herwiha giftûgo derbarê raporteke fermangeha hemahengî û bidûvçûnê kir ji bo rêkxistin û komkirin û hilgirtina tevahiya ew komênt û rêkeftnameya û belge ku di dema serdana şandên hikûmeta herêma kurdistanê ji bo derveyî welat encam dabûn. ev jî di çarçoveya çaksaziyên kabîneya nehem ya hikûmeta herêma Kurdistanê de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 809 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:27:35