Mesrûr Barzanî ji bo qurbaniyên karesata li Yûnanistanê peyamek belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên qezaya du trênan ku 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, nîşan da.
03.03.2023, Cum - 05:49
Mesrûr Barzanî ji bo qurbaniyên karesata li Yûnanistanê peyamek belav kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez dilteng bûm bi karesata vê dawiyê ku li nêzîkî bajarê Larissa yê li Yûnanistanê rûda.”

Mesrûr Barzanî di twîta xwe de hevxemiya xwe ji bo qurbaniyan û malbatên wan nîşan da û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran xwest.

Derengê şeva 28ê Sibata 2023an, du trên li nêzîkî bajarê Larissa yê Yûnanistanê li hev qelibîn û di encamê de 46 kesan canê xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 319 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:41:41