Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî duhî 12.05.2024an danê êvarê li bajarê Hewlêrê, beşdarî paneleke korbenda navdewletî ya derbarê hişkesaliyê û bandorên guherîna keşûhewayê li ser rewşa siyasî, aborî û demografî ya Iraqê bû û tê de ronahî xiste ser pêşhatên dawî yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê.
Koçberî û guherîna demografî ji encamên nerênî yên guherîna keşûhewayê ne
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di panelê de got, ji destpêka hebûna mirovan ve, ew hewl dide ku di jîngehekê de ku bikaribe pêdiviyên jiyanê, wek xwarin û avê tê de peda bike, bijî. Ger jîngeh ne guncaw be, koç dike û hewl dide av û xwarinê bibîne. Tiştê ku em nuha dibînin ew e ku ev çend sal in guherîna keşûhewayê ya bilez heye û jîngeh ji bo gelek mirovan li gelek deveran dijwar e ku tê de bijîn. Guhertina demografîk li gelek ji van deveran çêbûye yan jî dê biqewime, eger bilez çareserî jê re neyên dîtin.
Çend cureyên çareseriyê hene, yek ji wan, li herêma ku hûn lê dijîn, hûn çawa dikarin xwezaya ku ji bo jiyan tê de guncan be biparêzin. Çanda jîngehparêziyê gelekî girîng e, em çawa dikarin di civakên xwe de perwerdehiya jîngehê bipêş bixin? Herwiha çend sedemên vê yekê hene û çend tedbîr jî ji aliyê desthilatdaran ve pêwîst in, ne tenê li herêmeke taybet, lê li ser asta cîhanî divê bi pirsgirêkên weha re rûbirû bibin, ji ber ku jîngeh ne pirsgirêkek e ku tenê bi herêmeke taybet ve girêdayî be.
Dibe ku li herêmekê ji bo hinek kesan bibe sedema pirsgirêkan, lê koçkirina wan kesan ji bo herêmeke din, dibe sedema pirsgirêkan ji herêma din re jî. Ev pirsgirêkeke giştî ye û divê çareseriyek giştî jî jê re were dîtin.
Rûbirûbûna guherîna keşûhewayê li Herêma Kurdistanê
Derbarê karên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna metirsiyên hişkesaliyê û guherîna keşûhewayê de kirine de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: Me li Herêma Kurdistanê demeke dirêj hest bi vê metirsiyê kiriye û kar li ser kiriye. Mînak, me gavên baş avêtine di avakirina hewz û bendavan, herdirnekirina avê û parastina daristanan de. Di warê enerjiyê de, ez dikarim bibêjim ku niha li Kurdistanê yekem cih e li Iraqê ku gaza bermayî tê wergirtin û li hinek cihan jî me bernameyên din hene ji bo dubare bikaranîna gazê û vegerandina wê, da ku jîngehê pîs neke.
Li Kurdistanê me hinek ji van gavan avêtine û pêwîst e em zêdetir bikin, lê ev pirê vedigere şiyanên ku li ber destin. Divê hikûmeta federal erka xwe ya dîrokî pêk bîne. Şiyanên ku di destê hikûmeta federal de ne, divê li herêmên ku ji bo vejîna xwezaya guncaw in bên veqetandin û veberhênan tê de bê kirin. Kurdistan ji gelek aliyan ve guncaw e. Mijara vejîna daristanan dikare ji Kurdistanê pêş bikeve û gav bi gav li deverên din ên Iraqê jî belav bibe. Herwiha li deverên din ên Iraqê bi xwe jî veberhênanên zêdetir pêwîst in.
Ez nabêjim ku me her tişt li Herêma Kurdistanê kiriye, lê gavên pêwîst hatine avêtin, eger şiyanên zêdetir hebe, hemahengî û têgihîştina bi hikûmeta federal re hebe, bi baweriya min em dikarin gavên pir baştir bavêjin.
Hevkarî û hevahengî ji bo rûbirûbûna metirsiyên guherîna keşûhewayê
Li ser hevkarî û hevahengiya hikûmeta Iraqê bi Herêma Kurdistanê re, ji bo rûbirûbûna metirsiyên guherîna keşûhewayê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: Ez nikarim ji ber kesî ve bersiva vê pirsê bidim. Lê tiştê ku wek erk li ser milê li ser Herêmê ye, em amade ne bikin, ji ber ku wek min di destpêkê de jî behs kir, em li welatekî ne û bi hev ve girêdayî ne. Tiştê ku li Kurdistanê diqewime, bandorê li bajarên din ên Iraqê jî dike. Ji bo ku em karibin bi hev re bixebitin, ez difikirim ku xebatek cidîtir hewce ye. Guftûgo û têgihiştin pêwîst e ta ku çawa bikarin em bi hev re bibin alîkar, ta ku xelkê Ehwarê koçber nebin? Em çawa dikarin pêşî li çolêbûna Enbarê bigirin? Em çawa dikarin çemên Dîcle û Firatê zêdetir ji bo çandiniyê bikar bînin?
Me gavên baş li Herêma Kurdistanê avêtine. Em hêvîdar in ku hikûmeta federal alîkariya me bike û ew ezmûn û karê ku me li vir kiriye li cihên din jî dubare bibe.
Li Herêma Kurdistanê yan jî li Iraqê bi giştî, ji bo dahatê gelek pişt bi petrol û gazê hatiye girêdan, piştî çend deh salan ev yek dê bidawî bibe. Ma sirûşta wê guncan e ku em bîr bi çavkaniyên din bikin? Belê, çandinî yek ji wan tiştan e ku bê guman dikare tê de veberhênan were kirin û bibe jêderek girîng a ewlekariya xwarinê ji bo Iraq û derveyî Iraqê jî. Li Herêma Kurdistanê me ev tişt kiriye, me çandinî bipêş xistiye. Ev mînakek e ku em çawa dikarin alîkariya hev bikin û sûdê ji ezmûnên ku me kirine werbigirin, ta ku bikarin rêgiriyê li wan metirdiyan guherîna keşûhewayê bigirin, yan bi kêmanî bandorên wê yên neyînî kêm bikin.
Eger koçberî li Iraqê dest pê bike, li Kurdistanê namîne, dê derbasî Ewropayê jî bibe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: Koçberiya ji herêmekê bo herêmeke din ne metirsiyeke pêşerojê ye, lê em di van rojan de vê yekê dibînin. Vê koçberiyê dest pê kiriye, li herêmê guhertina demografîk dest pê kiriye. Em dibînin ku li gelek cihên ku welatiyên wan ku xwedî navçeyeke bi xêr û bereket in, xelekî din ê hawerde tê û erd û zeviyên wan talan dikin. Ev yek li vir namîne û ev koçberî di nava Iraqê de bidawî nabe.
Erkê Herêma Kurdistanê çi ye. Berî her tiştî divê em xwezaya ku li Herêma Kurdistanê heye biparêzin, ji bo ku nehêlin çolbûn li vir zêde bibe, av hedir nebe û xwezaya me têk neçe.
Eger xelkê ku navçeya wan ne tendirust e, yan biyabanbûn lê zêde dibe û ji ber guherîna keşûhewayê neçar e koçber bibe, eger li vir nekarî hemû pêwîstiyên jiyana xwe peyda bike, dê berê xwe bide cihekî din. Dibe koçeke mezin ji navçeyên Rojhilata Navîn ber bi Ewropayê ve çêbibe. Yanî ev yek li vir namîne û divê em vê pirsgirêkê weke pirsgirêkeke herêmî ku tenê li Iraqê diqewime, nebînin. Eger ev koçberî li Iraqê dest pê bike, li Kurdistanê namîne, dê ji vir derbasî Ewropayê bibe.
Ji ber vê yekê, divê her kes, Ewropî jî di nav de, werin û bi me re bibin alîkar ku em çareseriyekê bibînin, vê pirsgirêkê ji kokê ve çareser bikin. Ji ber ku dema koçberî dest pê dike, gelek pirsgirêkên din jî dê bi xwe re bîne. Min di Cop28 de behsa vê yekê kir, anku eger ev koçberî ji welatekî derbasî welatekî din bibe, dê pirsgirêkên ewlehî, aborî, çandî û siyasî bi xwe re bîne. Divê ev welatên Ewropayê bi van hemû pirsgirêkan re li ber xwe bidin.
Avakirina binesaziyeke bihêz a aboriyê
Serokwezîr: Avakirina binesaziyeke bihêz a aboriyê li her welatekî pêwîst e ji bo pêşkeftin çêbibe. Li gorî min sêgoşeya rêveberiyê li her welatekî sê tişt in: aborî, aramiya siyasî û ewlehî. Ger yek ji van tiştan yek bikeve tengasiyê, ev welat wê biheje û bikeve tengasiyê. Me li Herêma Kurdistanê tevî ku li navçeyeke gelek krîzê dijîn û metirsî li ser hebû jî hewl daye herêma xwe biparêzin. Me hewl da ku aramî hebe, ez spasiya hemû Pêşmerge û karmendên hêzên navxweyî dikim ku bi şev û roj ji bo dabînkirina vê asayîşê ji bo welat û gelê Kurdistanê dixebitin.
Ji aliyekî din ve, me hewl daye ku jêrxaneke aborî ya bihêz li Kurdistanê ava bikin, ji ber ku jêrxaneya aborî, wiha dike ku xelkê pabendî avedankirin, paşerojê û hizirkirina li ser baştirkirinê dike, ku her du jî dibin alîkar ku di warê siyasî de, keşeke aram li vî welatî were damezrandin. Weke ku min behs kir, me gelek tişt kiriye, wek nimûne, ji bo avakirina binesaziya aborî, wek ku min pêştir behs kir, me kar li cûrbecûrkirina çavkaniyên dahatê kiriye, wek çandiniyê û nabe em tenê pişta xwe bi petrol û gazê girê bidin.
Pêwendiyên bi Tirkiyeyê re
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê bixwaze nexwaze divê di çarçoveya siyaseta navdewletî de, serederiyê bi cîranên Iraqê re bike. Tirkiye cîraneke bihêz a Iraqê ye û di navbera Tirkiye û Iraqê de gelek berjewendiyên hevpar hene.
Kurdistan weke beşek ji Iraqê gelek berjewendiyên xwe bi Tirkiyê re hene. Yek ji sedemên ku pêwendiyeke bihêz a Tirkiye bi Herêma Kurdistanê re heye ew ku keşeke guncayî ya Herêma Kurdistanê heye, aramtir e û karkirin tê de asantir e, kompanyayên Tirkiyeyê jî zêdetir li Herêma Kurdistanê veberhênan kirine.
Ev serdanên ku tên kirin, bi mebesta geşkirina peywendiyên aborî yên di navbera her du welatan de ye, di nav wan de avakirina rêya trênê ji Tirkiye bo Kendavê di ser Iraqê re. Em hêvîdar in ku di vê çarçoveyê de, berjewendiya tevahiya Iraqê were berçavgirtin û hemû pêkhateyên Kurd, Tirkmen, Xiristiyan, Şîe û Sunne jê sûdmend bin.