Mesrûr Barzanî li demeke nêzîk diyariyekê pêşkêşî zirardîtiyên Sûka Qeyseriya Hewlêrê dike

Parêzgerê Hewlêrê ragehand, “Şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê dilê hemî Hewlêriyan êşand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştrastî daye kedkarên wê sûkê ku cihê wan bi zûtirîn dem jê re tê nûjenkirin.”
28.08.2024, Çar - 10:18
Mesrûr Barzanî li demeke nêzîk diyariyekê pêşkêşî zirardîtiyên Sûka Qeyseriya Hewlêrê dike
Nuçe Belav bike

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw taybet ji ajansa K24ê re got, “Niha Sûka Qeyseriya Hewlêrê bi pênc milyar û 300 milyon dînaran tê nûjenkirin, ji bo ku li paşerojeke nêzîk kedkar bikarin vegerin ser karê xwe.”

Umêd Xoşnaw herwesa ragehand, “Şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê dilê hemî Hewlêriyan êşand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştrastî daye kedkarên wê sûkê ku karê nûjenkirinê bi zûtirîn dem tê temamkirin.”

Navbirî amaje jî da, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî li van nêzîkan diyariyekê pêşkêşî zirardîtiyên Sûka Qeyseriya Hewlêrê dike.”

Li şeva 05.05.2024ê agir berbû pareke Sûka Qeyseriya Hewlêrê û piştî çend seetan ji aliyê tîmên Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê ve hat kontirolkirin.

Parêzgerê Hewlêrê piştî wê rûdanê di ragehandinekê de eşkere kir ku, li dû dawî amar ji zêdetirî çar hezar dikanan, 227 dikan û heft embarên biçûk ên wê sûkê şewitîn û zirar gehişt wan.

Gojimê terxankirî ji bo nûjenkirina Sûka Qeyseriya Hewlêrê pênc milyar û 300 milyon dînar in. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo alîkarîkirina kedkaran ew bi pereyê gilêşî, tabloyan û baca 50% ya sala 2023ê û 100% ya sala 2024ê efû kirine.

 

Vî nûçeyê tevayî: 144 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:55:01