Mesrûr Barzanî li Duhokê serdana cotkarekî nimûneyî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Duhokê serdana Mihemed Selîm Berbiharî kir, ku cotkarekî nimûneyî yê Duhokê ye û beriya çend roja ji Serok Barzanî daxwaz kiribû ku alîkariya zêdetir bo cotkaran were kirin.
28.09.2022, Çar - 05:51
Mesrûr Barzanî li Duhokê serdana cotkarekî nimûneyî kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê facebookê ragihand: “Min îro serdana cotkarê birêz Mihemed Selîm Berbiharî yê li gundê Berbiharê yê li parêzgeha Duhokê kir, ku yek ji cotkarên nimûneyî yên deverê ye û beriya du rojan ji cenabê Serok Barzanî daxwaz kiribû ku alîkariya zêdetir bo cotkaran were kirin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Piştî ku me ji nêz ve serdana rez û bax û berhemên wî kir û me guh da nêrîn û têbînî û pêşniyarên wî, me tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin dide sektora çandinî û berhemên navxweyî û bi her awayî piştevaniya cotkarên Kurdistanê dike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir, ew li ser dîtina bazara derve ji bo berhemên navxwe yên Kurdistanê xebitîne û pêngavên pratîk li ser vê mijarê avêtine, ku niha patat û çend berhemên din dişînin derve û di demeke nêz de jî hinar dê hinardeyî derve were kirin.

Herwiha biryar e, ji sala bê şûnde, hejmareke din a berhemên Kurdistanê bigihin bazarên derve.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze bingeheke bihêz a pîşesaziya çandiniyê li Herêma Kurdistanê ava bike ji bi geşkirina sektora çandiniyê û parastina berhemên navxweyî û zêdetir pêkanîna derfetên kar.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 349 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:44:42