Mesrûr Barzanî ligel Brett McGurk axifî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Koordînatorê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Brett McGurk êvara Pêncşemê 26ê Çileyê, pêwendiyeke telefonî encam dan.
27.01.2023, Cum - 05:49
Mesrûr Barzanî ligel Brett McGurk axifî
Nuçe Belav bike

Di pêwendiya telefonî de Brett McGurk amaje bi serdana xwe ya vê dema dawî ya Bexda û Hewlêrê û gotûbêjên li ser pêngavên dahatû yên ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê yên li ser budce û mijarên din kir. Herwiha tekezî li girîngiya yekrêziya aliyên Kurdistanî û baştirkirina pêwendiyên navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kir.

Herwiha di pêwendiya telefonî de biryara vê dema dawî ya Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya li ser rêgirtina li ber şandina budceya ku biryar bû ji aliyê Hikûmeta Federal ve bo Herêma Kurdistanê were şandin, gotûbêj hat kirin. Serokwezîr nîgeraniya xwe li ser derçûna wê biryarê nîşan da, ku armanca wê têkdana hewaya erênî û baştirkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê ye û mebesteke siyasî li paş wê heye.

Koordînatorê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Brett McGurk piştevaniya welatê xwe ji bo çaksaziyên Kabîneya Nehem, bi taybetî çaksaziyên Wezareta Pêşmerge, herwiha pêşketinên sektora enerjî û baştirkirina jêrxana aborî û hewlên rûbirûbûna guherîna keş û hewayê, dubare kir.

Herdu alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya nehiştina hemû berbestên li ber geşepêdana sektora enerjiyê û veberhênana zêdetir a kompaniyên Amerîkî yên li Herêma Kurdistanê. Herwiha hevnêrîn bûn li ser wê yekê ku di pêwendiyeke berdewam de bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 728 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:10:29