Mesrûr Barzanî ligel Hakimê Fuceyre civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Hakimê Fuceyre Şêx Hemed Bin Mihemed El Şerqî civiya.
14.02.2023, Sal - 15:23
Mesrûr Barzanî ligel Hakimê Fuceyre civiya
Nuçe Belav bike

Îro Sêşemê 14ê Sibata 2023an, Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Îmaratê ligel Hakimê Fuceyre Şêx Hemed Bin Mihemed El Şerqî civiya.

Li gor daxuyaniyê, di civînê de pêşvebirina pêwendiyên navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin. Herwiha hat eşkerekirin ku di civînê de tekezî li girîngiya bihêzkirina hevkarî û hevahengiya navbera herdu aliyan hatiye kirin.

Ev civîn di demekê de ye ku îro Sêşemê 14ê Sibata 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdarbûna Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Dubay, ligel Sekreterê Giştî yê Encûmena Alîkariyê ya Welatên Kendavê Casim Mihemed Elbidêwî civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Casim Mihemed Elbidêwî kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwest û tekezî li girîngiya pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên ligel welatên Kendavê kir.

Sekreterê Giştî yê Encûmena Alîkariyê ya Welatên Kendavê, Herêma Kurdistanê vexwende ji bo beşdarbûna di civîna Encûmena Alîkariyê ya Welatên Kendavê û daxwaza welatên Kendavê ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê, cardin anî ziman.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 378 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:15:15