Mesrûr Barzanî: Me ji destpêka Kabîneya Nehem ve dest bi çaksaziyê kiriye

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi amadebûna wezîr û birîkarê wezaretê û şêwirmendan û rêveberên giştî, serperiştiya civîneke Wezareta Darayî û Aborî kir.
24.06.2022, Cum - 06:18
Mesrûr Barzanî: Me ji destpêka Kabîneya Nehem ve dest bi çaksaziyê kiriye
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja pêncşemê 23yê Hezîranê, di çarçoveya serdanên xwe yên bo wezaret û saziyên hikûmetê de, serdana Wezareta Darayî û Aborî kir û ji aliyê Wezîr Awat Şêx Cenab ve hat pêşwazîkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi amadebûna wezîr û birîkarê wezaretê û şêwirmendan û rêveberên giştî, serperiştiya civîneke Wezareta Darayî û Aborî kir.

Di destpêka civînê de Wezîrê Darayî û Aborî kurteyek li ser peyker û kar û çalakî û plan û projeyên wezaretê û xebatên xwe di çarçoveya xetên giştî yên bernameya Kabîneya Nehem pêşkêş kir û diyar kir ku beşeke mezin a cîbicîkirina proseya çaksaziyê di stûyê Wezareta Darayî û Aborî de ye, ku bi alîkarî û piştevaniya bihêz a Serokwezîr, karîne di her du warên kêmkirina xercî û zêdekirina dahatê de pêşketinê bi dest bixin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de behsa wê yekê kir ku ji destpêka Kabîneya Nehem ve, biryar dane ku çaksaziyê bikin û dest pê kirine, lê belê mixabin ji ber derketina Koronayê û serîhildana qeyrana darayî, di destpêkê de çaksazî bi awayekî bilez nebû, lê belê tevî qeyranan jî, newestiyan û di çaksaziyê de berdewam bûn û ji ber rêkxistina dahata navxwe û kêmkirina xerciyan, karîne bi ser bikevin û bêyî ku xwe bispêrin deynkirinê, xwe îdare bikin, da ku ti berpirsyarî û bargiraniyek ji bo nifşên dahatî dirust nekin.

Mesrûr Barzanî bal kişand ser kêmkirina xerciyên nepêwîst ên hikûmetê, ku ji du sed milyon Dolar, bûye heftê milyon Dolar, kêmkirina vê 130 milyon Dolar, vegeriyaye xezîneya giştî û astengiyek li ber birêvebirina karûbarên hikûmetê dernexistiye holê.

Serokwezîr tekez kir ku dahat jî di vê demê de bi awayekî rêjeyî baştir bûye, lê belê di çarçoveya bernameya hikûmetê de ji bo hemecûrkirina aborî û çavkaniyên dahat û zêdekirina dahata ji bilî petrolê, dibe ku gelek zêdetir jî bibe, ku gelek rê hene ji bo zêdekirina dahatê, bêyî ku ti bargiraniyek li ser welatiyan dirust bike.

Mesrûr Barzanî eşkere kir, Kabîneya Nehem ti baceke nû nesepandiye, tenê yasayên bacê cîbicî kirine, ku beriya niha nehatine cîbicîkirin. Herwiha tekez kir ku cîbicîkirina yasayên bacê, di qezenca welatiyên Herêma Kurdistanê de ye, çimkî dibe sedema zêdebûna dahat û cardin ji bo xizmeta welatiyan têne xerckirin, weke nimûne; mûçe pê tê dayîn û liv û tevgera bazirganî geş dibe û derfetên kar zêdetir dibin.

Di beşeke din de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ser girîngiya aktîvkirin û çaksazîkirina di sîstema bankî de û dîjîtalkirina xizmetguzariyan û dahatên hikûmetê, ku pêngaveke girîng e ji bo zelalî û şefafiyet û kêmkirina rutîn û rêlibergirtina hederkirina çavkaniya giştî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 537 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:25:13