Mesrûr Barzanî: Min ji Serokomar daxwaz kir ku wek parêzvanê destûrê desthilatên xwe bikar bîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê civîna îro ya ligel Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd de ragihand, “Min ji Serokomar daxwaz kir ku wek parêzvanê destûrê desthilatên xwe bikar bîne.”
14.09.2023, Per - 13:14
Mesrûr Barzanî: Min ji Serokomar daxwaz kir ku wek parêzvanê destûrê desthilatên xwe bikar bîne
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê civîna îro ya ligel Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd de ragihand, “Min ji Serokomar daxwaz kir ku wek parêzvanê destûrê desthilatên xwe bikar bîne.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî X (Twitter) derbarê naveroka civîka ligel Serokomarê Iraqê de nivîsî: “Me îro ligel Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, rewşa Kerkûk û Şingalê û pirsgirêkên darayî gotûbêj kirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Min ji Serokomar daxwaz kir ku wek parêzvanê destûrê desthilatên xwe bikar bîne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 428 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:52:55