Mesrûr Barzanî: Pabendbûna bi welat bi tirsandin û birçîbûn çênabe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di merasîma ragihandina projeya (Geşedan) li Hewlêrê de, gotarek pêşkêş kir û derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê de ragihand, “Pabendbûna bi welat, bi tirsandin, kîn û neheqiyê û bi birçîbûnê çênabe.”
25.09.2023, Pts - 10:08
Mesrûr Barzanî: Pabendbûna bi welat bi tirsandin û birçîbûn çênabe
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ez gelek kêfxweş im ku îro li vir li gel we me û vê pirojeya giring radigihînim. Di heman demê de îro ji bo me rojeke dîrokî ye, salvegera serkeftina îradeya gelê Kurdistanê li hember stem û nedadperweriyê ye. Lê mixabin hîn jî hinek kes û alî hene di wê baweriyê de ne ku gelê Kurdistanê tenê ji ber nîşandana daxwaza xwe ya mafdar, divê were cezakirin. Ew mafê ku hemû netewe ji bo xwe xwezayî dizanin, lê tenê daxwaza gelê Kurdistanê bi heram dizanin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Me her tim hewl da ku em bi hev re bi aramî bijîn. Hemû hewldanên me ew bû ku gelê me bi serbilindî û azad bijî. Em li ser vê kevneşopiya xwe û vê rêbaza ku rêz ji hemû gelan re digire berdewam bin û bi hev re welatekî bextewartir û baştir ava bikin.”

Herwiha got: “Çend roj berê di serdana min a Bexdayê de, birêzekî ji min pirsî: Tu pabendî Iraqê yî? Min got ev girêdayî reftarên we ye. Pabendbûn bi tirsandin, nefret û siyaseta kînê û bi birçîbûnê çênabe. Divê pabendbûn li ser bingehê wekhevî, dadperwerî, hezkirin û pêkvejiyanê be. Em alîgirê wê prensîpê dikin ku hemû gelên îraqê wekhev bin û dadmendî pêk were, siyaseta geşepêdan an pêşketina herêmekê li herêmeke din wek serketin were dîtin û em li hember hev nekevin nakokiyan.”

Diyar kir jî: “Niha atmosfereke erênî heye, em bi hemû kesên ku bi aştî, demokrasî, azadî û pêşketinê bawer in re, dixwazin welatekî bextewer û geştir ava bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Kêfxweş im ku îro projeyek girîng a Hikûmeta Kurdistanê radigihînim ku projeya geşedanê ye û ji qerzên bazirganî ya ji bo karên biçûk û navîn li Herêma Kurdistanê pêk tê, ji bo wan kesên ku dixwazin bi rêya deynên bankî bi rêya bankên sektora taybet, karên xwe bipêş bixin. Ev proje beşek ji plan û rojeva hikûmetê ji bo geşepêdana karsazî û hevkariya sektora taybet e, ku helbet di van salên dawî de her du sektorên giştî û yên taybet hevdu temam kirine û bi hev re hevkarî û hemahengî kirine, ji bo pêşxistina jêrxana aborî ya Herêma Kurdistanê. Hebûna sektora taybet li her welat û civakê de, mercê sereke yê bihêzbûna aborî ye û yek ji stûnên sereke yên serkeftina sektora taybet e.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 554 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:41:34