Mesrûr Barzanî: PDK herdem dibistana Kurdînî û niştîmanperweriyê bûye

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesrûr Barzanî di bîranîna 16ê Tebaxê de dibêje, “Her ji roja yekê ya damezrandina xwe ve, PDK herdem dibistana Kurdînî û niştîmanperweriyê bûye.”
16.08.2024, Cum - 09:58
Mesrûr Barzanî: PDK herdem dibistana Kurdînî û niştîmanperweriyê bûye
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta salvegera 78ê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û roja bûna Serok Barzanî peyameke pîrozkirinê parve kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Ez pîrozbahiyê li cenabê Serok Barzanî û tevaya endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê û binemal û kesûkarên serbilind ên şehîd û enfalkiriyan û Pêşmergeyên qehreman û Kurdistaniyên niştîmanperwer dikim.”

Navbirî amajeyê jî dide, “PDK her ji roja yekê ya damezrandina xwe ve li ser destê rêberê bizava rizgarîxwaziya Kurdan Barzaniyê Nemir, herdem dibistana Kurdînî û niştîmanperweriyê bûye û partiya hemî tex û çîn û pêkhateyên cuda cuda yê Kurdistanê bûye.”

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê di peyama xwe de tekez jî dike, “Îro PDK yek ji mezintirîn û bihêztirîn û bibandortirîn partiyên Kurdistan û Îraq û deverê ye û rolekî giring û çalak di parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û bidestxistina destkeftiyên niştîmanî yên xelkê Kurdistanê de heye.”

Mesrûr Barzanî di derheqa bizavên lawazkirina qewareya Herêma Kurdistanê de dibêje, “PDK yekane hêviya xelkê Kurdistanê ye ku rêyê nede pilana lawazkirina qewareya Herêma Kurdistanê bi ser bikeve.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 172 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:03:17