Mesrûr Barzanî pêdaçûnê bo çarenivîsa zarokê winda dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêdaçûnê bo çarenivîsa wî zarokî dike ku heft roj in winda bûye.
31.01.2023, Sal - 07:25
Mesrûr Barzanî pêdaçûnê bo çarenivîsa zarokê winda dike
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêdaçûnê bo çarenivîsa wî zarokî dike ku çend roj in winda bûye, Parêzgarê Hewlêrê raspart ku her çi pêwîst bike ji bo dîtina wî zarokî, bikin.

Duh roja Duşemê 30ê Çileya 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêdaçûnê li çarenivîsa Eyûb Ehmed Sadullah yê 13 salî ku heft roj in ji malê deketiye û venegeriyaye, pêwendî bi Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw kir.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Parêzgarê Hewlêrê raspartiye ku her çi pêwîst bike ji bo dîtina wî zarokî, bikin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, Omêd Xoşnaw kurteyek derbarê hewldanên lêgerîn û lidûvçûna ji bo dîtina wî zarokî, pêşkêşî Serokwezîr kiriye û eşkere kiriye ku hemû hewldanên xwe dikin ji bo dîtina wî zarokî û helmeta tîmên Berevaniya Şaristanî, Asayîş, Yekeya K9 a Wezareta Pêşmerge, tîmên firokevaniyê û polîsê navçeyê didome.

Li aliyê din, îro Parêzgarê Hewlêrê pêşwazî li malbata zarokê winda kir û ji aliyê Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve pêwendî bi wan re hatiye kirin û piştevaniya Serokwezîr ji wan re hatiye ragihandin û tekezî li ser wê yekê kirine ku ji bo hevkarî û alîkariya bo dîtina wî zarokî, her çi pêwîst be tê kirin.

Zarokê 13 salî yê bi navê Eyûb Ehmed Sadullah, roja Sêşemê 24ê Çileya 2023an ji malê derketiye ku nişteciyê taxa Qerebû ya nahiya Kesnezan e û heta niha venegeriyaye malê û winda bûye, ji wê demê ve, tîmên aliyên pêwendîdar hewldanên xwe yên ji bo dîtina wî zarokî didomînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 555 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:31:53