Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Îlona 2023an, pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û şanda pê re kir.
11.09.2023, Pts - 12:43
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Îlona 2023an, pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û şanda pê re kir.

Mijara sereke ya hevdîtinê, gotûbêjkirina mafên destûrî û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê yên di yasaya budceya federal de bûye.

Serokwezîr eşkere kiriye ku mixabin hinek alî hene ku dixwazin bi awayekî nerewa û li derveyî yasaya budceyê, serederiyê ligel Herêma Kurdistanê bikin, di demekê de ku şanda danûstankar a Herêmê data û zanyariyê bi hûrgilî û xwegirêdana bi belgeyên yasayî û destwerdanên wan pêşkêşî aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Federal kirine. Loma pêwîst e wek parêzgehên Iraqê, mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê jî were şandin û mafên wan neyên binpêkirin.

Her du alî hevnêrîn bûne li ser girîngiya çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê û bi rêya gotûbêj û danûstandinan.

Mijareke din a civînê, gotûbêjkirin bûye li ser bûyerên van demên dawî yên Kerkûkê. Li ser vê mijarê tekezî li girîngiya asayîkirina vegera baregehên PDKê û parastina asayîş û seqamgîriya rewşa Kerkûkê hat kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 643 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:53:27