Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro şemiyê 16ê Îlona 2023an, pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hitchen kir.
16.09.2023, Cts - 10:07
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro şemiyê 16ê Îlona 2023an, pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hitchen kir.

Di hevdîtinê de li ser çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û dabînkirina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê gotûbêj hat kirin.

Li ser vê mijarê, serdana hefteya borî ya şanda bilind a Hikûmeta Herêmê bo Bexdayê û gotûbêjên ligel her sê serokatiyan û aliyên siyasî yên Iraqê, taybet bi dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, wek pêngaveke erênî bi arasteya çareserkirina kêşeyan hat binavkirin.

Mijareke din a gotûbêjan li ser girîngiya parastina asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 580 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:45:47