Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Kuweytê li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30î Mijdara 2022an, pêşwazî li balyozê nû yê Kuweytê li Iraqê Tariq Ebdullah El-Ferec kir.
30.11.2022, Çar - 09:20
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Kuweytê li Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Di civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna balyozê nû yê Kuweytê li Iraqê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwast.

Her wiha di civînê de, gotûbêj li ser pêwendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Kuweytê de hatin kirin û Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaza pêşvebirina pêwendiyên di hemû waran de bi Kuweytê re dubare kir.

Balyozê Kuweytê avedanî û pêşkeftina Kurdistanê bilind nirxand û amadehiya welatê xwe ji bo pêşvebirin û bihêzkirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê veberhênan û bazirganiyê de nîşan da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 300 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:15:24