Mesrûr Barzanî pêşwazî li Duchess Sophie, endama malbata şahê Brîtanyayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Duchess Princess Sophie, hevjîna Mîr Edward Edinburgh, birayê Şah Charles kir.
23.05.2023, Sal - 10:16
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Duchess Sophie, endama malbata şahê Brîtanyayê kir
Nuçe Belav bike

Di civînê de ku Balyozê Brîtanya li Iraqê û Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê amade bûn, Serokwezîr amaje bi pêwendiyên dostane û taybet ên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de kir û spasî berdewamiya hevkariyên Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di warê şerê li dijî terorê de.

Duchess Edinburgh, kurteyek li ser kar û çalakiyên xwe û armanca serdana xwe bo Herêma Kurdistanê pêşkêş kir, ku pêşxistina parastina mafên jin û zarokan û nehiştina tundûtûjiya li ser wan e, bi taybetî li deverên ku ji şer û nearamiyê bandor bûne, di nav de jin û zarokên Êzidî yên qurbaniyên terorîstên DAIŞê. Di vê derbarê de tekezî li ser pêşxistina çanda rêzgirtina li mafên mirovan bi giştî û parastina mafên jin û zarokan hate kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêşxistina pirensîpên wekheviya cenderî û rûbirûbûna her cure tundûtûjî û cudahiya li dijî jinan dubare kir.

Rewşa pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê de û baştirkirina kalîteya xwendinê û dabînkirina xwendina jin û zarokan, mijareke din a hevdîtinê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 349 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:26:48