Mesrûr Barzanî pêşwazî li parêzerekî navdewletî yê qurbaniyên jenosîda gelê Kurdistanê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Gulana 2023an pêşwazî li parêzerê Amerîkî Gavriel Maironi kir ku parêzerekî navdewletî yê taybet bi qurbaniyên jenosîda gelê Kurdistanê ye.
06.05.2023, Cts - 16:26
Mesrûr Barzanî pêşwazî li parêzerekî navdewletî yê qurbaniyên jenosîda gelê Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Parêzer Gavriel Maironi kurteyek li ser xebatên xwe yên nûnertiya bi hezaran qurbaniyên tawanên jenosîdê li Dadgeha Tawanan a Navdewletî pêşkêş kir, di nav de qurbaniyên Enfal, kîmyabarana Kurdistanê û komkujiya Êzdiyan ji aliyê terorîstên DAIŞê ve ku bi salan e li ser van dozan kar dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pesnê hewldanên parêzer Gavriel Maironi da û diyar kir ku gelê Kurdistanê rûbirûyî gelek tawanên qirkirinê bûne û pêwîst e civaka navdewletî wan tawanan weke jenosîd nas bike û divê qurbanî bi awayekî şayiste ji aliyê hikûmeta Îraqî û hemû kompanî û aliyên ku alîkariya wan tawanan kirine, bêne qerebûkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 439 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:53:16