Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Banka Cîhanî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Banka Cîhanî ya bi serokatiya Rêveberê Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Jean-Christophe Carret kir.
07.03.2023, Sal - 14:27
Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Banka Cîhanî kir
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku K24 dispêre daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de herdu aliyan li ser kar û projetên hevbeş ên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Banka Cîhanî yên di warê avakirina jêrxan, rê û ban, karûbarên civakî û îdarî û darayî de gotûbêj kirine.

Hat diyarkirin ku di civînê de tekezî li girîngiya pêşvebirina hevkarî û hevahengiya di navbera herdu aliyan de û piştevanîkirina çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybet di warên aktîvkirina sîstema bankî û dîjîtalkirina xizmetên giştî hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rewa aware û penaberên li Herêma Kurdistanê û pêwîstiya alîkarîkirina Hikûmeta Herêmê ji aliyê civaka navdewletî ve, beşeke din a civînê bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 372 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:08:47