Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 27.08.2024) pêşwaziya Balyozê Pakistanê Mihemed Zîşan Ehmed kir.
Di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser dawî pêşhat û pêşveçûnên Îraqê û giringiya pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Pakistanê li hev guhertin.
Di pareke din a wê hevdîtinê de, danûstandin li ser rewşa revenda Pakistanî li Herêma Kurdistanê û derfetên vekirina Konsulxaneya Pakistanê li Herêma Kurdistanê li paşerojê hatin kirin.