Mesrûr Barzanî pêşwaziya parêzgarê Azerbaycana Rojava ya Îranê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Tebaxê pêşwazî li Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Mutemedyan kir.
23.08.2022, Sal - 10:40
Mesrûr Barzanî pêşwaziya parêzgarê Azerbaycana Rojava ya Îranê kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) pêşwaziya parêzgarê Azerbaycana rojava yê Komara Îslamî ya Îranê kir û di wê hevdîtinê de li ser pêşxistina danûstendinên bazirganî û hêsankirina hatinûçûna welatiyan û geştyaran gotûbêj kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê ragihand, îro sêşem 23.08.2022, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya parêzgarê Azerbaycana Rojava Mihemed Sadiq Motemdian kir.

Her di vê hevdîtinê de ku bi amadebûna birêz Nesrullah Reşnûdiyê Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê hat lidarxistin, behsa geşepêdana peywendiyên dualî bi taybetî danûstandinên bazirganî û hêsankirina hatinûçûn û geştiyariyê li ser bingeha berjewendiyên hevbeş hat kirin.

Mijareke din a hevdîtinê jî girîngiya hemahengî û hevkariya di navbera her du aliyan de ji bo rûbirûbûna encamên nerênî yên guherîna avhewayê û kêmbûna avê bû, bi rêya gihîştin û bikaranîna hevbeş ji çavkaniyên avê di navbera her du aliyan de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 659 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:58:53