Mesrûr Barzanî pêşwaziya Wezîrê Lawan û Werzişê yê Hikûmeta Federal dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Lawan û Werzişê yê Hikûmeta Federal kir û herdu alî li ser rewşa werzişê û lawan li Îraqê û Herêma Kurdistanê axivîn.
15.10.2023, Paz - 17:02
Mesrûr Barzanî pêşwaziya Wezîrê Lawan û Werzişê yê Hikûmeta Federal dike
Nuçe Belav bike

Îro roja Yekşemê, 15ê Cotmeha 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Wezîrê Lawan û Werzişê yê Hikûmeta Federal, Ehmed Elmuberqe, kir.

Li gor ragehandineke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de, rewşa lawan li Îraqê û Herêma Kurdistanê û pêdivîtiya bihêzkirina arîkarî û hemahengiyan di navbera dezgehên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hatin behskirin.

Amaje bi wê yekê jî kiriye, Mesrûr Barzanî tekez li ser giringiya pişkdarbûna Herêma Kurdistanê di çalakî û pehlewaniyên werzişî yên navdewletî de, û karkirina ji bo rêkxistin û kirina çalakî û pehlewaniyên navdewletî yên werzişî li Herêma Kurdistanê, bi hemahengiya dezgehên peywendîdar ên Hikûmeta Federal, kir.

Wezîrê Lawan û Werzişê yê Hikûmeta Federal hez û amadebûna xwe ji bo arîkariyên werzişî û pêşxistina hemahengiyê bi aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêm re diyar kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 371 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:40:15