Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Tebaxê pêşwazî li Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê, Claudio Cordon kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mijara sereke ya civînê, amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bû.
Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo amadekarî û hevahengiya baş ligel Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê kir, ji bo birêvebirina proseya hilbijartinan.”
Serokwezîr Mesûr Barzanî ameje bi girîngiya lidarxistina hilbijartinan di rewşeke azad û dadperwer û dûrî binpêkirin û sextekariyê de kir û tekezî li ser rola Neteweyên Yekgirtî û çavdêrên navdewletî kir ku pêwîst e bi awayekî akîtîv çavdêriya proseya hilbijartinan bikin, da ku bi awayekî pak û zelal birêve biçe.