Mesrûr Barzanî: Pêwîst e hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di zûtirîn dem de bên kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Hezîrana 2023an pêşwazî li Balyozê Hollandayê li Iraqê Hans Sandee û şanda pê re kir.
19.06.2023, Pts - 12:16
Mesrûr Barzanî: Pêwîst e hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di zûtirîn dem de bên kirin
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de rewşa giştî, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê û pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hollandayê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de û giringiya parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hat kirin. Di vê derbarê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser pabendbûn û cîbicîkirina rêkeftinên di navbera her du aliyan de kir, ji ber ku ewlekarî û aramiya Îraqê girêdayî cîbicîkirina destûrê û rêzgirtina li rêkeftinan e.

Derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê de jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, em rê nadin rewşa navxwe ya Herêmê bibe qurbaniya daxwazên nedestûrî û ne berpirsyane. Tekez jî kir jî, divê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di zûtirîn dem de bên kirin.

Balyozê Hollandayê li Iraqê amadehiya welatê xwe ji bo bihêzkirina têkeliyên li gel Herêma Kurdistanê di warên curbicur de nîşan da û piştevaniya Hollandayê ji bo bihêzkirin û geşepêdana Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqa Federal de dubare kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 398 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:09:26