Mesrûr Barzanî: Pêwîst e zanîngehên me bingehê hevkariyê bi navendên zanistî yên pêşketî re deynin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlonê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê vekir û got: “Vekirina vê zanîngehê, vekirina deriyê ezmûna dewlemend û awayê xwendina zanîngehên Brîtanî li Herêma Kurdistanê ye.”
07.09.2024, Cts - 13:30
Mesrûr Barzanî: Pêwîst e zanîngehên me bingehê hevkariyê bi navendên zanistî yên pêşketî re deynin
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Vekirina vê zanîngehê, dê bandoreke wê ya mezin li ser bilindkirina asta xwendina bilind li Herêma Kurdistanê hebe. "Di heman demê de, dê jîngeheke guncaytir ji bo pêşxistin û berfirehkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê di warên çandî, zanistî û aborî de veke.”

Da zanîn jî: “Welatê me di warê çavkaniyên mirovî de dewlemend e û civakeke me ya ciwan heye, ji ber vê yekê divê em veberhênan di ciwanên xwe de bikin û wan bigihînin, da ku bi bandortir beşdarî avakirina pêşerojeke geş bo welatê me bibin.”

Diyar kir jî: “Yek ji rêyên veberhênana li ser ciwanan û şiyanên wan, pêgehandina wan di warê zanistî û akademî de ye, ji ber vê yekê bi vekirina her zanîngeheke astbilind re, hêviya me ji bo paşerojeke geş zêdetir dibe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanyayê li Hewlêrê, bandor û beşdariya wê di warê pêgehandina pispor û şarezayan de diyar dibe. Em ê rol û pêgeha derçûyên vê zanîngehê di proseya geşbûn û geşepêdana welat de bibînin.”

Amaje bi wê jî kir, “Ji dema destbikarbûna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, min hest bi kêmasiyan kiriye ku di gelek waran de lêkolîn, agahî û daneyên rast li ber dest nînin, ji ber vê yekê di paşerojê de divê zanîngehên me bi me re hevkariyê bikin û bingehê hevkariya hevbeş bi zanîngehên biyanî û navendên zanistî yên pêşketî re deynin ku lêkolînên hevbeş di warên curbicur ên pêwîst de wek çandinî, pîşesazî, aborî, av, jîngeh û keşûhewayê bikin. Zanîngehên Brîtanyayê di vî warî de xwedî ezmûnên gelek baş in û ev zanîngeh dikare bibe pirek baştir ji bo pêşdebirina di van waran de.”

Hewzeya Zanîngeha Navneteweyî ya Brîtanyayê li Hewlêrê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê beriya vekirina Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanyayê li Hewlêrê, kevirê bingehîn ê hewzeyekê danî. Wekî din, qadek mezin a zanîngehê ji keskiyê re hatiye veqetandin û enerjiya nûjenkirî hatiye bikaranîn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ev pêngav, cihê dilxweşî û handanê ne û nîşan didin ku rêvebirên vê zanîngehê di xema jîngehê de ne û li gor şiyan û berpirsatiya xwe kar ji bo rûbirûbûna bandorên nerênî yên guherîna keşûhewayê dikin.”

Serokwezîr hêvî xwest ku zanîngehên Herêma Kurdistanê rola xwe di dîtina çarekirina kêşeyên jîngehê de bilîzin û got: “Hêvîdar im xwendekarên me yên xweşwîst li vê zanîngehê û hemû zanîngehên me yên din, her dem ji van derfetan sûd werbigirin. Ev zanîngeh dê derfetê bidin wan ku bi rêya zanistî û fêrbûnê, şarezayiya xwe pêşde bibin, da ku bikarin zêdetir xizmeta Kurdistanê û welatê xwe bikin û bibin mînakek geş bo paşeroja civaka me.”

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 165 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:56:26