Mesrûr Barzanî: Pêwîste hikûmet asankariyê bike ji ciwanan re ji bo peydakirina kar

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê duh bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Qubad Talebanî civiya.
21.09.2022, Çar - 07:10
Mesrûr Barzanî: Pêwîste hikûmet asankariyê bike ji ciwanan re ji bo peydakirina kar
Nuçe Belav bike

Di beşê yekem a civînê de, guftûgo derbarê pêdaçûna Encûmena Wezîran di babeta rêkxistina destê kar û peydakirina derfetên kar ji welatiyên Herêma Kurdistanê re di karta taybet de, li ser binemaya dabeşkirina dadperwerane û girngîpêdana bi destê karê xwemalî, bi riya terxankirina rêjeyeke diyarkirî ji derfetên kar bo destê xwemalî.

Di wê derbarê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li wê kir, pêwîst e hikûmet her asankarî û hevahengiyekê bike ji bo alîkariya gencên Kurdistanê bo dîtina derfetên kar bi taybet di kartê taybet de, her wek di bernameya karê Kabîneya Nehem de hatiye bicihkirin. Di vî warî de, hikûmet xwediyên kar ên Kurdistanê han dide ku gencên Kurdistanê di pêşîneya wergirtina destê karê kompanyayan bin û pabend bin bi biryarên hikûmetê yên di wê derbarê de bin ku herî kêm bi rêjeya jı sedî 70 destê karê wan, xelkê Herêma Kurdistanê bin, di egera berûvajî wê jî, divê rêkarên yasayî li hember wan werin girtin. Her wiha pêwîst e mîkanîzmeke wan hebe ji bo rahênan û giringîpêdana bi karîna gencên Kurdistanê, damezirandina navendên kar li tevahiya parêzgeh, qeza û nahiyan ku bibin navendên gihandina daxwazên kar û xwediyên kar.

Di heman demê de, Cîgirê Serokwezîr jî ji bilî piştgirîkirina li gotinên Serokwezîr, amaje bi giringiya amar, zanyarî û hebûna navenda data û navendên dîtina kar kir, heta ku ji bo dîtina derfeta kar asankarî bê kirin. Her di vê rewangehê de jî, daxwaz kir ku Parlamentoya Kurdistanê di pesendkirina projeyasaya nû ya kar de bilez bike ku stratejiyeke nû ji bo pêwendiya di navbera karker û xwediyê kar de dariştiye.

Her wiha amaje bi rênimayên nû yên rêkxistina destê karê biyanî li Herêma Kurdistanê kir ku reşnivîsek ji aliyê Wezîrê Plandananê Dara Reşîd ve hatiye pêşkêşkirin û armanc jê, yekxistina hêza karê biyanî li Herêma Kurdistanê ye, bi awayekî ku di xizmeta bazara kar de be û di heman demê de jî ji bo derfetên kar pêşîne ji bo welatiyên Herêmê be û mafên karkerên biyanî biparêze. Encûmena Wezîran aliyên pêwendîdar raspardin ku bilez bibin ji bo temamkirina rênimayan bi berçavgirtina têbîniyên ku di civînê de hatine pêşkêşkirin.

Di beşa duyem de, wek pêngavekê ji bo cibicîkirina yasaya erk û mafên nexweşan hejmar 4 a sala 2020an, Wezîrê Tendirustiyê Saman Barzanî projerênimayiyên derbarê (pêkhate û erkên komîteyên lêkolînê yên pîşeyî di Wezareta Tendirustiyê de) derbarê danîna rê û rêbazên nû ji bo lêkolînkirina xeletiyên bijîşkî (çi li nexweşxaneyên giştî û yên taybet) ên ku ji ber xemsariya pîşeyî, nebûna ezmûnê yan guhnedana bi nexweşan pêşkeş kir, yên bi prensîbên karkirina pîşeya bijîşkiyê naguncin û di encamê de zirarê dide nexweşan, an jî dibe sedema seqetbûn an mirina wan.

Piştî guftûgo û tekezîkirina li ser parastina mafên nexweşan, misogerkirina sepandina perensîpên destnîşankirî di pîşeya bijîşkî û dermankirinê de û rola hikûmetê û saziyên tenduristiyê di şopandin û pêşvebirina giyanê berpirsiyariyê de û piştî pêşkêşkirina gelek têbînî û pêşniyar, Encûmena Wezîran ew peyrew pesend kir.

Di beşa dawiyê ya civînê de, behsa reşnivîsa (yasaya dezgehên xwarek û dermanan li Herêma Kurdistanê) hate kirin ku beşeke giring a proseya çaksazîkirinê di warê tendirustî, derman û xwarekê ye, her wiha di karnameya Kabîneya Nehem de hatiye. Heta niha jî çendîn civîn ji bo amadekirin û reşnivîsa yasayê û avakirina wê saziyê hatin kirin. Encûmena Wezîran biryar da ku di civîna xwe ya bê de bi berfirehî û bi armanca pesendkirina wê reşnivîsê gotûbêjan bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 285 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:51:15