Li ser peyama ji bo Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Erkekî giran li ser milê wî ye û ez ji bo wî hêviya serkeftinê dikim.”
Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Iraq di rewşeke ne xweş re derbas dibe û sedemên wê jî gelek in, beşeke wê bi kartêkirina derekî ve girêdayî ye û beşek jî bi xeletiyên kabîneyên berê ve girêdayî ye, sererastkirina wan xeletiyan, hêsan nîne.”
Herwiha diyar kir: “Pêwîstiya xelkê ji hemû deman zêdetir bi xizmetguzariyan heye, her serokwezîrek eger bixwaze serkeftî bibe, beriya her tiştî divê karên xizmetguzariyê ji bo xelkê zêde bike. Hemû hewldanan bide ji bo zêdetir xizmetkirin û kêmkirina gendeliyê û bilez meşandina karan, dê alîkar bibin, çimkî Iraq di astekê de rawestiyaye ku her pêşketinek gelek mezin tên ber çavan.” Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ez hêvî dikim, aliyên siyasî jî piştevan bin, çimkî mixabin gelek caran aliyên siyasî li şûna ku alîkar bin, ji ber milmilaniya siyasî, erkên pêşîn ên hikûmetê ji bîr dikin.”
Derbarê alîkarîkirina kabîneya nû ya Iraqê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Li vir ajendayeke me heye û me beşeke mezin a ajendaya xwe cîbicî kiriye. Em dikarin wan pêngavên ku em tê de serkeftî bûne û ezmûna ku ketiye destê me, em dikarin behsa wan bikin û di xizmeta hemû Iraqê de bi kar bînin.”
Mesrûr Barzanî nimûneyekê dide û dibêje: “Em ne tenê çaksazî, me dest bi proseya dirustkirinê kir û hinek tişt dem dixwazin ku encama wan bi dest bikeve, weke nimûne; di dîjîtalkirina xizmetguzaraiyan de, ez dikarim bibêjim di dawiya 2025an de li Herêma Kurdistanê kar bi kaxizan nayê kirin û hemû kar bi dîjîtal têne kirin û em di wî warî de li pêş in. Ji aliyê hemecûrkirina aboriyê ve, me sektora çandinî û pîşesazî û geştûgaziyê pêş xist. Me pêngavên baş avêtin û di meha bê de yekem hinardeya mezin a berhemên çandiniyê ji Herêmê ve bo derve dest pê dike. Ev jî destkeft û pêngaveke gelek baş e.”
Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê
Mesrûr Barzanî derbarê alîkarîkirina Bexdayê ji bo çareserkirina kêşeyan de diyar kir: “Em her dem amade ne ku alîkariya hevdû bikin ji bo çareserkirina kêşeyên ku nehatine çareserkirin. Heta niha yasaya petrol û gazê ya Iraqê tune ye, em dikarin bi hev re yasaya petrol û gazê gengeşe bikin û bişînin parlamentoyê ji bo pesendkirinê, ev gelek kêşeyan dê çareser bike.”
Herwiha got: “Mijareke din Madeya 140 û navçeyên kêşeliser e, heta niha Hikûmeta Federal pêşve gav neavêtiye, eger niyeta Bexdayê ji bo çareseriyê hebe, em amade ne ku hemû hewldanan bikin û alîkar bin li ser bingeha destûrê, wek çawa amadebûna me hebû ji bo pêkanîna lîwayên hevbeş ji bo dabînkirina seqamgîriya navçeyan. Heta niha Hikûmeta Iraqê bi cidî nehatiye pêş ji bo çareserkirina wan kêşeyan.”
Li ser bûdceyê jî diyar kir: “Me çendîn car şanda xwe bo Bexdayê rêkir, şandên me bi destê tijî çûn û di gotûbêjan de zal bûn û maf û erkên Herêmê bi zelalî eşkere kirin, em careke din jî amade ne ku şanda xwe bişînin ji bo zelalkirina van mijaran, lê belê mixabin heta niha ev nehatiye cîbicîkirin.”
Çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Serokwezîr li ser karname û plana hikûmetê diyar kir: “Korona yek ji kêşeyan bû, demeke dirêj hikûmet sekinand, me nekarî weke pêwîst ajendaya xwe cîbicî bikin. Kêşeya budceyê jî ligel hikûmeta Bexdayê berdewam bû, Bexda budce neşand, şêwaza hikumraniya li Herêmê wisa bûye ku piraniya dahat ji bo mûçeyan diçe, siyaseteke aborî û jêrxaneke me ya aboriyê ya bihêz tunebû ku em bikarin pişta xwe pê girê bidin. Dema me hest bi van kêşeyan kir, em fikirîn ku çavkaniyên xwe yên dahata berfireh bikin. Me dahata petrol û ji bilî petrolê, rêk û pêk kir. Dahata ji bilî petrolê, di asta pêwîst de nîne. Di bernameya hikûmetê de yek ji wan xalan ew bû ku çawa çandinî û pîşesazî û geştûguzariyê pêş bixin.
Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Min hest kir, ne tenê reform, divê em gelek tiştan ji bingehê ve dirust bikin, ku her tunebû. Ji niha ve divê em pêngavan biavêjin, da ku em wan kêşeyan çareser bikin. Encamên beşek ji wan hewldanan niha dernakevin. Em veberhênanê di sektorên cuda cuda de dikin.”
Herwiha destnîşan kir: “Piştevaniya aliyên siyasî nebûye ji bo hikûmetê. Eger hemû xema wan be, çawa xizmeta xelkê bikin, divê rastgo bin, ji baş re bibêjin baş û ji xirab re bibêjin xirab.”
Serokwezîr ragihand: “Di vê kabîneyê de mûçe her meh hatiye dayîn, tevî hemû qeyranan, me qirûşek deyn nekir, 2 milyar Dolar deynên berê dan, em li ser lingên xwe rawestin, me hewl da em hikûmeteke xizmetguzariyê bin, ez daxwaz dikim ku aliyên siyasî piştevan bin.”
Weberhana Herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî behsa proseya veberhênanê kir û got: “Yasayek gelek piştevan ji bo veberhênerên derve kiriye, ji bo sererastkirina wê yasayê û zêdetir rakişandina veberhênana derve, me hinek mijar di berjewendiya veberhênanê de li Herêma Kurdistanê sererast kirine.”
Herwiha got: “Hebûna asayîşê li Herêma Kurdistanê, xaleke erênî ye ji bo rakişandina veberhênanê bo Herêma Kurdistanê. Me bi yasayan pabendiya desthilat û hikûmeta xwe ji bo veberhênanê nîşan daye, mal û samanên wan parastî ne. Hemû veberhênerên ku tên, bila bawer bikin ku asayîş desteber e û hikûmet hêsankariyên mezin ji bo wan dike li ser efûkirina bac û rusûmatan. Herêma Kurdistanê dikare bibe deriyek ji bo beşên din ên Iraqê, ango pêwîst nake li derve li benda wê yekê bin ku rewşa Iraqê baş be û piştra bên, bila werin Herêma Kurdistanê û eger beşên din ên Iraqê baş bûn, bila ji vir biçin wê derê.”
Rêgiriya li gendeliyê
Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê gendeliyê de diyar kir: “Divê sîstem were rêkxistin, da ku cihê gendeliyê di sîstemê de tunebe. Niha kirîma pêwîstiyan bi online tê kirin, me ciyawaziya bihayan nehiştiye, me rê li ber gendeliyê girtiye, divê ceza jî hebe li hember wan kesên ku gendeliyê dikin. Eger sîstem were rêkxistin û rê nede gendeliyê bikin, wê demê eger kesek niyeta wî ya gendeliyê hebe jî, dê rê tunebe ji bo gendeliyê bike.”
Herwiha eşkere kir: “Li Herêma Kurdistanê piraniya dahata me ji bo mûçeyan diçe, em ê di demeke nêz de saziyekê ragihînin, ku çawa alîkariya bîroke û dahênan û bazirganiya ciwanan bide, pêkanîna derfetên kar wisa dike ku sektora taybet berfireh bibe. Ne ku her kes li benda damezrandina li hikûmetê be, çimkî pêwîstiya hikûmetê bi hemû xelkê nîne, divê bijardeyên xelkê hebin, li hikûmetê be yan li sektora taybet, da ku em sektora taybet han bidin, mijara dilniyayî û xanenişîniya li sektora taybet, kar li ser hatiye kirin.”
Derbarê sîstema bankayan de jî got: “Bernameya me heye ku em sîstema bankayan rêk bixin û hinek kar hene, dibe li şaxa Banka Federalî ya li Herêmê werin cîbicîkirin.”
Azadiya fikr û ramanan
Li ser mijara azadiya fikr û ramanan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand: “Ez dixwazim bawer bikin ku ez bi her awayî piştevaniya azadiya ramanan dikim. Ev ji bo dilxweşkirinê nîne, raspardeya me ji bo hikûmetê ew bûye ku zanyarî ji medyayê re were dayîn, lê berpirsyariyeke hevbeş e, yek were û mebest ew be ku bi awayekî pîşeyî kar bike, em bi hemû cûre piştgirî û alîkariyê dikin û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazin.”
Kongreya Partiya Demokrata Kurdistanê
Derbarê kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, ku biryar e roja pêncşemê dest bi karên xwe bike, Mesrûr Barzanî got: “PDK wek partiyeke resen a Kurdî, tenê partiyek nîne, di heman demê de tevgereke rizgarîxwaz a Kurdistanê ye, sîwana wê berfireh e û ji hemû Kurdistanê û hemû ol û neteweyan di nava PDKê de hene. Ji ber referandum û şerê DAIŞê, kongre di dema xwe de nehat sazkirin.”
Herwiha eşkere kir: “Hinek bingeh hene ku di nav PDKê de naguherin, ji wan rêbaza pîroz a Barzanî ye, PDK wek aliyekî sereke ji bo pêşxistina demokrasî û avakirin û berevanîkirina ax û niştiman berdewam dibe.”