Mesrûr Barzanî peyamek arasteyî gelê Iraqê û malbatên qurbaniyên topbarana Zaxoyê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek arasteyî gelê Iraqê û malbatên qurbaniyên topbarana gundê Perexê yê ser bi Zaxoyê kir.
22.07.2022, Cum - 06:35
Mesrûr Barzanî peyamek arasteyî gelê Iraqê û malbatên qurbaniyên topbarana Zaxoyê kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Ji bo parastina xak û giyanê hemû iraqiyan û bidawîanîna van binpêkirinan, pêwîstiya me bi hevahengiyeke zêdetir a navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî heye.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Xwişk û birayên Iraqî yên qedirgiran

Ez bi navê xwe û bi navê Hikûmeta Herêmê û gelê Kurdistanê, sersaxiyê li xwe û malbatên şehîdên karesata duh dikim. Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku bi wan bi bihişta berîn şad bike û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazim û sebr û aramiyê bide malbatên wan.

Ji bo parastina xak û giyanê hemû iraqiyan û bidawîanîna van binpêkirinan, pêwîstiya me bi hevahengiyeke zêdetir a navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî heye.

Em ligel we ne û amade ne ji bo pêşkêşkirina her alîkariyek ji bo kêmkirina êş û janên we.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 427 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:39:52