Mesrûr Barzanî peyamek derbarê hewldana terorkirina berpirsekî PDKê de belav kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek derbarê hewldana terorkirina berpirsê baskê 22 yê Germiyanê yê PDKê de belav kir.
16.07.2024, Sal - 12:14
Mesrûr Barzanî peyamek derbarê hewldana terorkirina berpirsekî PDKê de belav kir
Nuçe Belav bike

Îro,  Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê hewldana terorkirina berpirsê baskê 22 yê Germiyanê yê PDKê de belav kir û dibêje: ‘’Hewla terorkirina berpirsê baskê 22 yê Germiyanê yê PDKê birêz Ekrem Salih şermezar dikim û pêwîste saziyên peywendîdar hewla aşkerakirina encamderên wî karê terorîstî bidin.’’

Serokê Hikûmetê diyar kir: ‘’Herkes û aliyek li pişt wê hewldana tirsonekane be, divê tehemûla berpirsyartiya encaman jî bike û dê rastî yasayan û rûbirûyê yasayê bibe.’’

Duh 15.07.2024ê li bajarê Kelar a navenda îdareya Germiyanê otomobîla berpirsê baskê 22 yê PDKê yê Germiyanê Ekrem Salih hat teqandin û ew bixwe û çar parêzvanên wî bi sivikî birîndar bûn. Piştre di civîneke çapemeniyê de Ekrem Salih amaje bi wê yekê kir ku teqandina otomobîla wî kiryarekî terorîstî bûye û eger çend çirkeyan jî di otomobîlê de dereng derketiban dê hemû jî şewitîban.

 

Vî nûçeyê tevayî: 274 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:34:21