Mesrûr Barzanî piştî beşdarbûna di “Lûtkeya Dubay” û hevdîtina bi Macron re vegeriya Hewlêrê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî beşdarbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubay û civîna ligel Serokê Fransa li Koşka Elysee ya Parîsê, gihîşt Hewlêrê.
18.02.2023, Cts - 18:13
Mesrûr Barzanî piştî beşdarbûna di “Lûtkeya Dubay” û hevdîtina bi Macron re vegeriya Hewlêrê
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18ê Sibata 2023an piştî beşdarbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubay û civîna ligel Serokê Fransa Emmanuel Macron li Parîsê, vegeriya Hewlêrê.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Îmaratê li perawîza beşdariya di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubay de, ligel Serokê Îmaretê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehiyan, Cîgirê Serokwezîr û Hakimê Dubay Şêx Mihemed Bin Raşid Al Mektûm û hejmarek berpirsên din ên payebilind ên Îmarata Erebî û Serokwezîrê Gurcistanê û berpirsên din ên payebilind civiya.

Her wiha li Fransayê jî bi Serokomar Emmanuel Macron, Serokê Encûmena Pîran a Fransayê, Serokê Şaredarê Parîsê û hejmarek veberêhênan, karsaz û nûnerên kompanyayên Fransî re civiya.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 306 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:07:33