Mesrûr Barzanî: Qezaya ketina helîkoptera Serokkomarê Îranê cihê dilgiraniyê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser ketine helîkoptera Îbrahîm Reîsî peyamek belav kir.
20.05.2024, Pts - 09:15
Mesrûr Barzanî: Qezaya ketina helîkoptera Serokkomarê Îranê cihê dilgiraniyê ye
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê got:

“Rûdana ketina helîkoptera Serokkomarê Îranê cihê dilgiraniya me ye.

Em diayan ji bo silametiya Serokkomarê Îranê û rêwiyên wê helîkopterê dikin.”

Mesrûr Barzanî di berdewamiyê jî de wiha got:

“Dilê me li cem wan û malbatên wan e û em diayan ji bo silametiya wan hemiyan dikin.”

Çi bûbû?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev îro li ser sînorê Îranê û Azerbaycanê bi merasîmeke fermî Bendava Kiz Kalasî vekiribûn.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ket xwarê û heta niha jî cihê wê nehatiye zanîn.

Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî da zanîn ku di helîkoptera Reîsî de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Parêzgarê Azerbaycanê Melik Rehmetî, Muftiyê Tewrêzê Ayetullah El Haşim jî hene.

 

Vî nûçeyê tevayî: 469 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:53:28