Mesrûr Barzanî sersaxî li Şêx Nehro Kesnazanî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxî li Serokê Terîqeta Eliyê Qadirî Kesnazanî li Cîhanê, Şêx Nehro Şêx Mihemed Kesnazanî kir, ji ber koça dawî ya birayê wî.
29.07.2024, Pts - 11:10
Mesrûr Barzanî sersaxî li Şêx Nehro Kesnazanî kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxî li Serokê Terîqeta Eliyê Qadirî Kesnazanî li Cîhanê, Şêx Nehro Şêx Mihemed Kesnazanî kir, ji ber koça dawî ya birayê wî.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Birêz Şêx Nehro Şêx Mihemed Kesnazanî, Serokê Terîqeta Eliyê Qadirî Kesnazanî li Cîhanê.

Bi mixabinî min nûçeya koça dawî ya birayê we yê xwedêjêrazî (Xandî Şêx Mihemed) endamê Encûmena Nûneran bihîst. Xwedê ruhê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbata we.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Vî nûçeyê tevayî: 302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:52:26