Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata pêşewa Qazî Mihemed dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata pêşewa Qazî Mihemed dike
10.07.2022, Paz - 15:03
Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata pêşewa Qazî Mihemed dike
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de bo koça dawiyê ya Elî Qazî, sersaxî li malbata pêşewa Qazî Mihemed kir.

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat: “Bi mixabinî ve, nûçeya koça dawî ya kak Elî Qazî, kurê şehîd pêşewa Qazî Mihemed gihîşt min. Pirse û sersaxiyê li malbata wî û niştimanperwer pêşewa Qazî dikin û hevxemê wan in. Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştî şad bike û sebir û aramiyê bi hemûyan.”

Elî Qazî, kurê bi tenê yê Serokê Komara Kurdistanê li Mehabadê pêşewa Qazî Mihemed îro 10ê Tîrmeha 2022an li bajarê Bonê yê Almanyayê koça dawiyê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 540 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:55:25